Mesrûr Barzanî: Em di xizmeta malbatên şehîdan de ne

.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabendbûna xwe ya xizmetkirina zêdetir a malbatên şehîdan, car din tîne ziman.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Îro em bi rêz û hurmet şehîdên kîmyabarana Balîsan û Şêx Wesanan û Geliyê Xoşnawetiyê bi bîr tînin ku 34 sal berî niha ji aliyê rejîma Beisê ve hatin komkujîkirin.”

Mesrûr Barzanî di berdewamê de destnîşan kir: “Hikûmeta Herêmê pabendbûna xwe ya xizmetkirina zêdetir a malbatên şehîdan, car din tîne ziman.”

Roja 16ê Nîsana 1987an, rejîma Beisê yekem car çekên kîmyewî li dijî xelkê Kurdistanê bi kar anî û deverên Balîsan û Şêx Wesanan bomberan kir.

Hêjayî gotinê ye, Parlamentoya Kurdistanê jî bi minasebeta bîranîna wê rojê û parastina jîngeha Kurdistanê, ji sala 2008an ve roja 16ê Nîsanê weke Roja Jîngeha Kurdistanê qebûl kiriye.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin