Mesrûr Barzanî: Em amade ne bi vîneke xurtir rûbirûyî dijmin û terorîstan bibin

.

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyameke xwe de, li ser êrîşa tirsonekî ya Hewlêrê ragihand, ew amade ne bi awayekî bihêztir bi dijminan û terorîstan re rûbirûyî hev bibin.

Serokwezîr Barzanî, di peyema xwe ya ser medya civakî de li ser êrîşa ser Hewlêrê ya şeva borî bal kişand ser dijminên nehezên Herêma Kurdistanê û wiha got:

"Her çiqas neyar û terorîst, hewla azardana gelê me bidin û bi kiryarên xwe yên tirsnak mijûlî têkdana aramîya Herêma Kurdistanê bin û bixwazin astengan li ber rêya me ya serkeftin û pêşketinê çêbikin, em amade ne bi vîneke xurtir rûbirûyî wan bibin û ji rêya ber bi serkeftinê ranawestin."

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye