Mesrûr Barzanî di konferansa TEDxNistiman de gotarek pêşkeş kir

.

Îro 13.02.2021ê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî beşdarî li 5.mîn konferansa TEDxNishtiman kir. Herwaha konsol û nûnerên welatan û 10 ciwanên xwedî fikrên nû jî beşdarî konferansê bûn.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî gotarek pêşkeş kir û ji ber hatiye vexwandin spasiya rêxistinvan û wan ciwanên ku ew kombûn rêkxistine kir.

Serokê hikûmetê ragehand, piştevaniya xwe û piştevaniya hikûmeta herêma Kurdistanê ji ciwanên xwe fikrên nû yên welat û ji Zaxo heta Xaneqîn radigehîne.

Mesrûr Barzanî got: ‘’Gelek bav û bapîrên me ez bixwe jî nav de me jiyana koçberiyê dît û jiyana bindestiyê me dîtiye û em dizanin çend nexwaşe. Ez jî ji malbatekî bûm ku berdewam dijmin êrîşî Kurdistanê kiriye û di bin metirsiya bombebaran an jî nexwaşiya koçberiyê de me jiyan kiriye. Berdewam hêviya me ew bû Kurdistaneke azad hebe û em bibin xwedî îrade û biryarê ser xwe bixwe bidin. Piraniya we xwedê zêde bike ew rewş nedîtiye, lê bêguman ji bav û bapîr û kesûkarên xwe we bîhîstiye.’’

Barzanî got: ‘’Her li kuderê bin çi lêre yan jî derve eger me karîbe bi xwendin û ezmûn perwerde bikin, xwandina baş dikare bandorê li ser jiyana baş bike. Em bextewerin ku ew ew rojên zehmet nedîtine, lê ez piştrastim we bîhîstiye ku ev destkevt çawa hatine bidest xistin û divê ji dest neçin û emanete li ser milê we û divê bi her awayekî wî emanetî biparêzin. Ev yek jî tenê bi gotin û berevanî kirin di çeperên pêş wek Pêşmergetî jî li hember dijmin rawestanê ve jî nabe. Bi bingeh kirina aborî û siyasetekî seqamgîr û civakekî tendurist ve dikare bê kirin û ev yek jî erke li ser milê we.’’

Serokê hikûmetê got, bo amade kirina derfetê ji ciwanen re ez amademe û pêwîste hikûmet di çarçoveya yasa û aborî bo pêşxistin û paldana şîrketên sektora giştî û taybet wê derfetê ava bike. Herwaha alîkariya pêşxistina karsazên biçûk jî bê dayîn. Perwerde jî hebe bo ku zêdetir derfet ji ciwan re bê dayîn, lê ji wan hemûyan re dem jî pêwîste.

Mesrûr Barzanî got, tîkaye guh nedin wan dengên we paşde dikşînin û dibêjin hûn nikarin. Ez daxwazê ji we dikim bila baweriya we bixwe hebe, ji ber hûn dikarin guhertinê ava bikin û piştrast bin bandora we dê diyar be.

Barzanî got, ez dixwazim guhdarî we bikim û sûd ji nêrînên we bigrim. Min daxwaz kiriye grubeke ciwanan bê ava kirin ku daxwazên ciwanan rasterast bigehîne ofîsa min. Ez keyfxweşim ofîsa min hejmarek ciwanên xwedî şiyan tê de ye ku îro beşek ji wan lêre ne. Gelek xwe westandine bo serxistina wan fikran.

Serokê hikûmetê got, ez keyfxweşim ku îro ev derfete j imin re hate dayîn, di vê boneya giring a TEDxNistiman de biaxivim. Bi hêviya zêdetir guhdarî rêxistvanên vê merasîmê bim ku em bizanin çawa pêşerojekî geştir bo Kurdistanê ava bikin.


 

Kurdistan Haberleri

Mehmet Can Azbay: Divê 365 rojên salê ji bo kurdan roja zimanê kurdî bin
15’ê Gulanê!..
Farhan Haq: Divê rayedarên Sûriyeyê hemû pîvanên mafên mirovan bişopînin
Serokê Giştî yê PWKyê peyama pîrozbahîyê ji Serokê KURD-KAVê re şand
Ehmed Şera: Em rê nadin Sûriye parçe bibe