Mesrûr Barzanî: Bi bihêzbûna PDKê Kurdistan bihêz dibe

Endamê Polîtboruya Partiya Demokrata Kurdistanê, Mesrûr Barzanî di salvegera damezrandina PDKê de peyamek belav kir û got, bi bihêzbûna PDKê, Kurdistan bihêz dibe. Mesrûr Barzanî herwiha ragihandiye, ku PDK li hember ti gefan serî natewîne.

Mesûr Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Bi boneya 16ê Tebaxê ku salvegera damezrandina PDK û hevdem roja ji dayikbûna Serok Barzanî, ez hemû şûngirên rêbaza Partî û Barzanî û niştimanperwerên Kurdistanê pîroz dikim.”

 

Mesrûr Barzanî di berdewamiya peyama xwe de dibêje: “Ji bo min û hemû dildoz û têkoşerên rasteqîn ên niştiman, Serok Barzanî rêber û semboleke mezin a niştimanî ye, ku hemû jiyana xwe bo serkevtina xelkê me, aştiyê, pêşdebirina çanda aşitiyê û pêkvejiyana hemû pêkhateyên li Kurdistanê terxan kiriye. Tevî pîrozbahiyê daxwaza temendirêjiyê jê re dikim.”

 

Endamê Polîtboruya PDKê, ku di heman demên Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ye jî, tekez dike: “Îro did emekê de em salroja damezrandina PDKê pîroz dikin, ku partiya me weke hertim hilgirê ala bidestxistina mafên rewa yên gelê me ye û di helkevtê de em tekeziyê li ser xebata xwe ya bê rawestan bo gihîştina bi hemû hêvî û xwastekên rewa yên gelê xwe dikin.”

 

Di beşeke din a peyama xwe, Mesrûr Barzanî amaje bi rewş û guhertinên li navçeyê dike û dibêje, “guhertinên navçeyê wê yekê ji me dixwaze ku em hevalên PDKê berhev û amadetir di meydana xebatê de bin, çimku ligel bihêzbûna PDKê, me dê kurdistaneke bihêz hebe û her PDK ye ku weke hertim hevîna yekrêziya navmala Kurdistanî ye.”

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin