Ji bo geşkirin û pêşxistina hişmendiya civakî û olî ya civaka me ya Êzdî, belgekirin û zelalkirina adet, urf û rewşa saziyên me yên pîroz xwedî giringiyeke dîrokî ye. Min ev gotara ku di destê we de ye, ji ber devê ilimdarekî me yê zana û agahdar hatine girtin nivîsand, da ku rastiya meseleya îcarkirina dergehên Lalişa Nûranî bo raya giştî û endamên civakê roşenbîr û zelal bibe.
1. Demankirin(Îcare) Meseleyeke Çawa Ye û Sînorên Wê Kîjan In?
Meseleya îcarkirina hindek cih û dergehên Lalişê, ev mesele nêzîkî 50 sal in heye. Lê belê, di nav civakê de zanyariyeke çewt heye ku wisa tê zanîn ku hemû cihên pîroz têne kirin. Rastiya vê yekê ev e:
• Dergehên ku Nayêne Îcarkirin:
Dergehên aliyê Qataniyê, Adaniyan û Pîraniyan bi ti awayî nayêne îcarkirin.
• Sê Dergehên Sereke yên Lalişê:
Dergehê Şêxadî, dergehê Şêşems û dergehê Kaniya Spî ku wekî milkê giştî ê hemû Êzdiyan têne naskirin, nayêne firotin an li ser navê şexsan nayêne qeytkirin.
• Dergehên ku Têne Îcarkirin:
Tenê dergehên ku diçin ser aliyê Şemsaniyan (wek dergehê Amadîna, Şêx Babek, Şêx Manda, Xatûna Fexra, Naserdîn hwd.) di nav vê pergalê de ne.
2. Rola Mala Mîra û Zêdekirina Micêwiran
Di nav civakê de carnan gazin û rexne dikevine ser Mala Mîra. Lê li gorî roşenkariya ilimdarê me yê rêzdar dibêje, Mala Mîra bi zorê ji ti kesî re nebêje 'were vê derê bi pareyî ji xwe re îcare bike'. Rastiya vê pêvajoyê ev e: Pêşbaziya aborî di navbera micêwiran bi xwe de çêdibe. Micêwirên ku dixwazin dergehekî bi dest bixin, diçin li ser hev bihayê îcarê zêde dikin (pêşbaziyê dikin). Ji ber vê yekê jî bihayê îcarê bilind dibe. Eger micêwir di nav xwe de tifaq bin û bihayî zêde nekin, Mala Mîra jî gazincan nake û Ew cih di destê xwediyê wî de bê îcar dimîne.
3. Dahata Îcarê Diçe Ku derê?
Wekî ku ilimdarê me yê rêzdar diyar dike, ev pareyê ku ji îcarê kom dibe (ku caran digehîje sed hezar an milyonan dînaran), diçe rasterast nava xezîneya Mala Şêxadî. Li gorî biryara ku di sala 2012'an de ji aliyê rehmetiyê Mîr Tahsîn Beg ve hatibû derxistin, ev xezîne ji bo van mebestan tê terxankirin:
• Pêşwazîkirin û peydakirina xwarin û pêdiviyên mêvan, wezîr û ziyaretkerên ku ji dûr û nêzîk tên Lalişa Nûranî.
• Alîkariya nexweşan, xwendakaran û piştgirîkirina karên civakî yên Lalişê.
4. Mînaka Tifaqê: Mînaka Naserdînê
Wek mînakeke erênî ku divê civaka me dersê jê bigire: Berî du salan, mirîdên Naserdîn civiyan û tifaqek di nav xwe de çêkirin. Wan biryar da ku dergehê wan neyê îcarkirin; bi xwe salane drav kom kirin û dan, da ku dergeh ji bo hemû ziyaretkeran belaş vekirî be û kesek ti dravî an fitroyê ji ziyaretkeran nestîne. Ev rêbaz nîşan dide ku gava tifaq û hişmendî hebe, pirsgirêk têne çareserkirin.
5. Banga li ser Wijdana Civakî û Meseleya Fito anjî xêrdahînê
Di dawiya axaftina xwe de, ilimdarê me yê rêzdar balê berdide ser rewşa aborî ya xelkê me yê belengaz û bi taybetî xelkê Şengalê ku di nav zehmetiyên mezin de derbas bûne. Wek pênase û pênaseya hişmendiya Êzdiyatiyê: "Dahîna fito/xêrê ji bo Xwedê ye.
Micêwrên dergeh û ziyaretan ji xelkê belengaz û xizan ti fito an bexşîşê naxwazin. Hêvî dikin miletê me wisa werine ziyaretê, duayên xwe bikin û bi dildarî vegerin malên xwe. Tenê kesên ku rewşa wan a aborî baş e û dewlemend in, bila ji bo Xwedê xêra xwe bidin."
Min ev gotara ji bo xizmetkirin û ronîkirina hişmendiya civaka me ya Êzdî nivîsandiye, da ku em bi rastiyên sazî û urfên xwe zanibin û di riya rast û wijdana paqij de gav bêtir bavêjin.
Kemal Tolan, nivîskar û lêkolînerê Êzdîtiyê 09.08.2026