Merkelê pêşwazî Nadia Muradê kir

Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel, bi keça Kurd a êzidî Qasida Niyetpakiyê ya Neteweyên Yekbûyî û xelatgira nobela aştiyê Nadya Murad re hevdîtinek pêk anî.

Hat zanîn ku di hevdîtinê de, Nadya Murad ji bo başkirina rewşa êzidiyên li Almanyayê û avadankirina Şingalê û deverên din ên ji ber êrîşên terorîstên DAIŞê wêran bûne alîkarî xwest.

Murad herwiha ji Merkelê re diyar kir ku êzidiyên penaberî Almanyayê dibin, rastî kêşeyan tên û ji aliyê dezgehên koçê ve tên dersînorkirin û xwest bo wan hêsankarî werin kirin.

Murad daxwaz ji Merkelê kir, ji bo keçên êzidî yên wekî wê ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin alîkariyê bikin û penaxwaziyên wan qebûl bikin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin