Mêrdîn: Qeyûm peykera jî ji xwe re dijmin dihesibîne!

Ne tenê di şertên rewşa awerte da herdem walî û qeymeqam li Kurdistanê xwedîyên selehetîyeka mezin bûne îro jî qeyûm heman karî dikin û karûbarê şaredarîyan jî birêve dibin.

Qeyûm Ahmet Odabaşî li navçeya Qoserê ya Mêrdînê peykerê Ugur Kaymaz rakir. Ugur Kaymaz ê 12 salî ku tevî bavê xwe Ahmed Kaymaz di 21ê Mijdara 2004an de bi 13 guleyan li ber mala xwe ya Qoserê hatibû kuştin. Di 2009an de Şaredariya Qoserê ji bo bîranîna wan peyker ji bo wan li Qoserê çêkiribû.

Qeyûm Ahmet Odabaşî sala çûyîn di 21ê Mijdarê roja ku kurê wê hatibû qetilkirin dayika Kaymaz, Makbûle Kaymaz ji kar avêtibû.

Di 19ê Gulanê de jî Qayyûmê navçeya Şaxê/Çatak ya bajarê Wanê Qaymeqam Hecî Asim Akgul navê Parka Tahîr Elçî guhartîye û kirîye "Parka Alî Ogun".  

Ne tenê di şertên rewşa awerte da herdem walî û qeymeqam li Kurdistanê xwedîyên selehetîyeka mezin bûne îro jî qeyûm heman karî dikin û karûbarê şaredarîyan jî birêve dibin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin