Merasîma rêzgirtina Kelîmullah Tewehûdî hat encamdan

Roja duşemê 22ê Nîsanê li Akademiya Kurdî ya li Hewlêrê, bi amadebûna Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî rêz li dîroknas û nivîskarê Kurd ê Xorasanê Kelîmullah Tewehûdî hat girtin.

Bi amadebûna serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî rêûresmekî mezin a rêzgirtina li dîroknivîs û nivîskar Kelîmûla Tewehûdî birêve çû ku nivîskarê pirtûka bi navê “Koça Dîrokî ya Kurdan bo Xorasanê” ye.

Kelîmullah Tewehûdî xwediyê nêzîkî 80 pirtûkan e. Tewehûdî di 50 salên derbasbûyî de roleke giring di zindîkirina ziman, çand, wêje û dîroka Kurdên Xorasanê de hebûye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di wê merasîmê de gotarek pêşkêş kir û destxweşî li Akademiya Kurdî kir ku merasîma rêzgirtinê ji bo rewşenbîr û nivîskarê navdarê Kurdên Xorasanê rêkxistiye.

Nêçîrvan Barzanî herwiha got: “Em şanazî bi xebata rewşenbîrî û hunerî ya mamosta Tewhûdî ya ji bo pêşerojeke baştir bo gelê Kurdistanê dikin, ku mînaka wan rewşenbîran e dîroka Kurdistanê dê bi şanazî ve rûpelên zêrîn ji wan re vedike.”

Tewehûdî derbarê koça Kurdan bo Xorasanê de pirtûkek bi navê Koça Dîrokî ya Kurdan bo Xorasanê nivîsandiye ku ji 18 bergan (cildan) pêk tê û heta niha 16 bergên wê hatine çapkirin.

Sala 2012an Akademiya Kurdî, Kelîmullah Tewehûdî weke endamê fexrî yê akademiyê destnîşan kiribû.

Siyaset Haberleri

Hewlêr pênc hezar kes bi kincên kurdî bo Rekorda Guinnessê kom bûn
Mehmet Kaya: Hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 42 kêm bûye
Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin