Mêran di Mijdarê de 22 jin kuştine

Hat gotin mêran di meha Mijdarê de ya kêm 22 jin û pitikek kuştine.

Mêran tûndkarî li zarokekê kiriye, taciz li ya kêm 8 jinan kiriye, bi zorê karê seksê li jinekê daye kirin.

Mêran, di Mijdarê de tecawiz li çar jinan kiriye, îstismara cinsî herî kêm li  32 zarokên keç û sê zarokên kur kirine. Mêran bi kêmanî tûndkarî li 23 jinan kiriye. 

Ji bilî van bûyerên kuştinê sê jin jî mirine ku guman heye ew hatibin kuştin. Jinekê xwe kuştiye û mêran hewl dane du jinan bikujin.

di Çiriya Paşiyê de failê kuştina jinekê hatiye eşkerekirin.

(Bîanet)

JIN Haberleri

Li Amedê 14 jin hatin desteserkirin
Mêran di meha Sibatê de 22 jin kuştine
Mesrûr Barzanî li ser qetilkirina Şinyar Huner: Ti şerefek di jinkuştinê de nîne
Dosyeya “tecawiz û îşkenceyê” ya Garîbe Gezerê bê encam maye
Holanda: Siyasetmedara Kurd bû Wezîra Dad û Ewlehiyê