Mêran di mehekê de 23 jin û 2 zarok kuştin

Tûndkariya mêran a li dijî jinan di meha Îlonê de jî bê sekn dewam kir. Hate ragihandin mêran di meha Îlonê de herî kêm 23 jin û 2 zarok kuştine. Herwiha bi kêmanî 4 jin rastî destdirêjiyê hatine.

Li gor berhevkariya Bîanetê mêran di meha Îlonê de bi kêmanî 23 jin û 2 zarok kuştine. Li gor agahiyan ji %22yê ji wan, ji ber ku xwestine ji mêr an jî hevalên xwe cuda bibin hatine kuştin. Ji %17ê ji wan berî ku bêne kuştin çûne dadgehê û biryara parastinê bo wan hatiye dayîn.

Herwiha destdirêjî li 4 jinan hatiye kirin.

Karê seksê bi zorê li 24 jinan dane kirin.

Îstismara cinsî li 19 keçikên piçûk û tûndkarî li 23 jinan hatine kirin.

Herwiha mêran, di 9 mehên sala 2018ê de bi kêmanî 183 jin û 10 zarok kuştine. Destdirêjî li 50 jinan hatiye kirin. 162 jin rastî tecizê hatine

Karên seksê bi zorê li 375 jinan dane kirin û îstismara cinsî li 279 jin û zarokên keç kiriye. Herwiha mêran di van 9 mehan de 316 jin jî birîndar kirine.

JIN Haberleri

Li Amedê 14 jin hatin desteserkirin
Mêran di meha Sibatê de 22 jin kuştine
Mesrûr Barzanî li ser qetilkirina Şinyar Huner: Ti şerefek di jinkuştinê de nîne
Dosyeya “tecawiz û îşkenceyê” ya Garîbe Gezerê bê encam maye
Holanda: Siyasetmedara Kurd bû Wezîra Dad û Ewlehiyê