Mêran di meha Tîrmehê de li Tirkîyê 36 jin qetil kirine

Li gorî rapora Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) li Tirkîyê di meha Tîrmehê de 36 ji ji alîyê mêran hatine qetil kirin, 11 jin jî bi awayekî gumanbar mirî hatine dîtin.

Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin li Tirkîyê rapora meha Tîrmeha 2020an belav kir.

Li gorî raporê di meha Tîrmehê de mêran 36 jin qetil kirine, îstismara zarokan û tundîtujî dewam kirîye.

Di raporê de hat dîyar kirin 11 jin jî bi awayekî gumanbar mirî hatine dîtin

Ji van 36 jinên hatine qetil kirin 18 jin bi kîjan hinceta hatine w-qetil kirin nehatîye zanîn.

Di piranîya van cînayetan de mêr çek bikaranîne. Li gorî raporê 24 jin bi çek, 5 jin bi kêrê û 3 jin jî bi fetisîn hatine qetil kirin.

Di raporê de hat xuya kirin ji 36 jinan 11 jin ji alîyê mêrê xwe 5 jin jî ji alîyê kesê ku bi hev re ye hatîye qetil kirin.

 

 

JIN Haberleri

Li Amedê 14 jin hatin desteserkirin
Mêran di meha Sibatê de 22 jin kuştine
Mesrûr Barzanî li ser qetilkirina Şinyar Huner: Ti şerefek di jinkuştinê de nîne
Dosyeya “tecawiz û îşkenceyê” ya Garîbe Gezerê bê encam maye
Holanda: Siyasetmedara Kurd bû Wezîra Dad û Ewlehiyê