Mêran di meha Cotmehê de 20 jin kuştine

Tundîtiya mêran a li dijî jinan didomin. Hate ragihandin mêran di meha cotmehê de herî kêm 20 jin û 2 zarok kuştine, destdirêjî li 4 jinan û taciz li 7 jinan kirine.

Li gor raporta Bianet Kurdî ku mehane ji malperên nûçeyan dicivîne, mêran di meha Cotmehê de herî kêm 20 jin û du zarok kuştine; destdirêjî li çar jinan kiriye; taciz li heft jinan kiriye.

Herwiha karê seksê bi zorê li 93 jinan daye kirin; îstismara cinsî li 27 zarokên keç û zarokekî kur kiriye, tûndkarî li 25 jinan kiriye.

Mêran bi rêya înternetê jî taciz li sê jinan kirine.

Hat gotin mêran di 10 mehên sala 2018an de herî kêm 203 jin û 12 zarok kuştine; tecawiz li 54 jinan kiriye; taciz li 169 jinan kiriye; bi zorê karê seksê li 468 jinan daye kirin; îstismara cinsî li 306 jin û zarokên keç kiriye; 341 jin birîndar kirine.

JIN Haberleri

Li Amedê 14 jin hatin desteserkirin
Mêran di meha Sibatê de 22 jin kuştine
Mesrûr Barzanî li ser qetilkirina Şinyar Huner: Ti şerefek di jinkuştinê de nîne
Dosyeya “tecawiz û îşkenceyê” ya Garîbe Gezerê bê encam maye
Holanda: Siyasetmedara Kurd bû Wezîra Dad û Ewlehiyê