Mêr dixwazin li bazara 'Jiyan'ê dezgeha xwe vekin, jin nobedê digirin

Di yekem û tekane bazara fermî ya jinan, Jiyan a ku bi salan e hatiya danîn de, jinên ku li dijî zilamên ku dixwazin lê deszgehênxwe vekin, jin nobedê digirin.

Bazara Jiyanê ya ku bi salan e li Rezan a navçeya Amedê tenê jin bazarvaniyê li wirê dikin, doh mêran xwest ku dezgehên xwe vekin û rastî bertekên jinan hatin.

Mêran bi hinceta ku 'qada ji bo wan hatiye veqetandin têrî wan nake' xwestin li taxa ku Bazara Jiyanê lê ye, tezgehên xwe vekin.

Jinên bazarê jî serê sibê, li kolana Yenîhalê hatin cem hev û dest bi girtina nobedê kirin û gotin em nahêlin mêr li vê derê dezgehên xwe deynin û ev qada me ye em nahêlin hûn li virê bin.

Piştî vê gengeşê, polês hatin cihê bûyerê û bazarvanên mêr cihê bûyerê terikand.

Niştecihên taxê jî piştgirî dan jinan.

Ji şaredariya Rezanê ti daxuyanî nehat dayîn.

 

JIN Haberleri

Li Amedê 14 jin hatin desteserkirin
Mêran di meha Sibatê de 22 jin kuştine
Mesrûr Barzanî li ser qetilkirina Şinyar Huner: Ti şerefek di jinkuştinê de nîne
Dosyeya “tecawiz û îşkenceyê” ya Garîbe Gezerê bê encam maye
Holanda: Siyasetmedara Kurd bû Wezîra Dad û Ewlehiyê