Meletî/ Di bûyera trafîkê de 7 kesan canê xwe ji dest dan

Li bajarokê Darende yê ser bi parêzgeha Meletî ya Bakurê Kurdistanê ve di bûyereke trafîkê de 7 kesan canê xwe ji dest dan û 15 kes jî birîndar bûn.

Bûyer li navçeya Baglarbaşî û li ser rêya Darende-Meletî qewimî û li gor zanyariyên destpêkê di encama wergeryana wê mînîbusê de 7 kesan canê xwe ji dest dan û 15 kes jî birîndar bûn.

 

Hat ragihandin, ku tîmên tendirustiyê û ambûlans bo cihê bûyerê hatine şandin.

 

Li gor agahiyên hatine belavkirin, cenazeyek di mînîbusê de bûye û kesûkarên wî, ew ji Stenbolê ber bi Meletiyê ve dibirin daku bi axê bispêrin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin