Abdulkadîr Anarê 63 salî, li Amed û derdora wê melatî dikir. Piştî ku di sala 2003yan de teqawît bû, bû endamê Komeleya Alîkariyê ya Aliman û di nava komeleyê de aktîf dixebitî. Di heman demê de Anar di nava xizmetên belediyê yên dînî de jî wezîfe distand.
Dadgehê ji ber ku Abdulkadîr Anar beşdarî nimêja cenazeyan dibû û roja înê jî nimêja sivîl li pêşiya cemaetê dikir, wekî endamê rêxistinê qebûl kir û 6 sal û 3 meh ceza danê.