Mehmûd Osman: Hewlêr navenda siyasî ya Kurdistanê ye loma dibe armanca êrişan

.

Siyasetmedarê kurd Mehmûd Osman dibêje, Hewlêr navenda siyasî û dîplomatîk ya Kurdistanê loma rastî êrişê hatiye.

Siyasetmedarê kurd Mehmûd Osman li ser êrişa şeva borî ya mûşekî li Hewlêrê, ji BasNewsê re got, çavkaniya tevahiya giriftên ku bo Herêma Kurdistanê tên çêkirin, welatekî herêmî ye. Ew welat bi rêka peyayên xwe hewla lawazkirina Herêma Kurdistanê dide. Ew dixwazin rikberiya xwe û welatên mezin bînin nav Herêma Kurdistanê.

Mehmûd Osman her wiha got, armanca wan mûşekan baregehên Amerîka yên li Hewlêrê bûye. Hinek ji mûşekan li hedefê ketine, hinek jî lê neketine.

Wî siyasetmedarê kurd anî ziman jî, bi qestî êrişî Hewlêrê dikin û got, ji ber ku Hewlêr navenda siyasî û dîplomatîk ya Kurdistanê. Ew dixwazin bi vê yekê hişyariyê bidin Herêma Kurdistanê ku alîgiriya ti hêzekî neke.

Li ser êrişkaran jî, Mehmûd Osman got, heta niha komên Eshabul Kehf û Ewliya Dem êrişa Hewlêrê girtine ser xwe. Eşkere ye ew komên han girêdayî çi welatekî ne. Ji xwe dibêjin armanca wan tolhildan bûye. Amerîka jî hêrs bûye û dizane kî ye û çawa ew kar kiriye.

Wî siyasetmedarê kurd bang li kurdan jî kir bibin yek û Kurdistanê ji nav şerê tolhildanê rizgar bikin û ji Amerîka û serokwezîrê Iraqê jî bipirsin; ev çî ye û çi diqewime?! Çimkî serokwezîrê Iraqê dizane ew kî ne.


 

Kurdistan Haberleri

Hikûmeta Sûriyeyê: Em tevlî dan û standinên li Parîsê nabin
Ermenistan û Azerbeycanê bi navbeynkariya Trump peymaneke aştiyê îmze kir
‘VÎYAN û WELAT’ - Dema roman trajediya Enfalê dike destaneke evîn û berxwedanê
Îlham Ehmed: Sûriyeya nû bêyî beşdariya pêkhateyan ava nabe
Dr. Murşid Xeznewî: Divê hêzên Rojavayê Kurdistanê ji bo parastina welatiyan amade bin