Mehmet Uzun di 10 saliya koça xwe de hate bibîranîn

Arne Ruth got: ”Çi xweş e Kitêbxaneya Kurdî heye. Ez spasdar im ku min te û zimanê Kurdî nas kir”.

11/10/2017 Nivîskar Mehmet Uzun di 10 saliya salvegera wefata xwe de li Kitêbxaneya Kurdî ya Stockholmê hate bîranîn. Gelek nivîskar û hunermendên kurd û swêdî li gel malbat dost hevalên Mehmet Uzun beşdarî bîranînê bûn. Gelek axaftin li ser biranin û xebata M. Uzun hatin kirin

Di bîranînê de Katarina Frostenson, Firat Ceweri, Kjel Espmark, Omar Şêxmûs, Arne Ruth, Keya Izol, Ciwan Haco, Kemail Görgü, Ismet Uzun, Serdar Budak, Şores Bladhede, Maria Modig, Newzad Hirori axaftin kirin.

Moderatorê civîna bîranînê Jonas Modig bû.

Şef redaktorê kevin ê rûpela çandê ya rojnameya Dagens Nyheter Arne Ruth got: ”Çi xweş e Kitêbxaneya Kurdî heye. Ez spasdar im ku min te (mebest Mehmet Uzun e) û zimanê Kurdî nas kir”.

​Mehmet Uzun di 10 saliya koça xwe de li Diyarbekir û li Îstanbolê jî hat bibîranîn

 

ÇAND & HUNER Haberleri

Ji zimanzanan xebateke bêhempa: Rêbera Rastnivîsê
Chalak Events kargeha 'Sêva Mêxekrêj' li dar xist
Hefsar
Li Amedê Încîleke kevnar hat dîtin
Romaneke Nû ya Mehmed Dehsiwar: Çepera Giran (Şerê Merdan û "Nemerdan")