Mehdî Zana çima digirî?

Bubê Eser

Divê mirov baş vê bizanibe ku girî ne çareserî ye. Lê girî çareseriya ne çareseriyê ye. Lewra jî dema mirov nikarebe problema heyî çareser bike, rûdinê û digirî.

Bi wî giriyê astengî û problem çareser nabin, lê mirov xwe hinekî rehet dike, hilma mere piştî wî giriyê tê ber me re, dilê mirov hênik, kezeba mirov bêtir reş dibe.

Girî bêtir kesên bi xwe û welatê wan bindest be digirîn. Di nava kar û xebatên ji bona azadiya welêt, dema mirov rastî êrîş û bûyerên qirêj tê û nikare wan çareser bike ya jî li hember wan rawest e, mirov rûdinê û digirî.

Niha jî em vegerin mijara xwe û bêjijn; Mehdî zana çima digirî???

Mehdî Zana şexsiyetekî kurdê xalis mixlîs kurd de. Kurdekî weha ye ku dilê wî ji bona kurdistaneke serbixwe lê dide, fikir û ramanên wî, kar û xebtên wî hemî ji bona kurdistanê ye.

Mehdî Zana bi wê Şexsiyeta xwe ya kurdperwer, li gor bawerî û zanîna xwe, dixwest ji bona gelê xwe kar û xizmetekê bike. Loma jî wî ji bona vî karî di sala 1977an de biryar da ku bibe serokê şaredariyê û  bibe xizmetkarê gel û xelkê xwe ê Diyarbekirê.

Li gor vê armancê navê xwe di nava deftera dewleta zalim û dagirker de weke namzet ango berendamê şaredariyê nivîsî û dema dem hat dest bi progpaganda xwe kir.

Li gor şert û îmkanên xwe, weke kurdekî bi her awayî kurd, ango mejî kurd, axaftin kurdî, henek, dan û stendinên wî kurdewarî yanî kesekî ji xelkê xwe û ji bona xizmeta wî bike bû bû namzetê şaredariya Diyarbekirê.

M.Zana bi wan kar û xebatên xwe, bi wan cahd û berxwedana ji bona bibe serokê şarederiya Diyarbekirê çi jê hat kir û bi vê kirinê, nave xwe, hezkirina xwe di dilê her Diyarbekirê de bi cih kir.

Piştî xebateke dûr û dirêj bi mejiyekî kurdewarî bo xebatên bê hempe brêz Mehdê Zana bû serokê Şaredariya Diyarbekirê. Aha çi bû êdî ji vir û pêde hat destpêkirin. Weke:

Kesên alîkariya wî kiribûn, bi serketina wî gelekî kêfxweş bû bûn û vê serketina wî weke azadkirina bajarê Diyarbekirê ji destê dagirkeran dîtin û pîroz kirin.

Her weha vê serketina brêz Mehdî Zana di qada navneteweyî de jî olan da. Gelek mesajin pîrozbihayî ji welatê ewropa, ji komela û partiyên ewropa, ji hin kes û kesayetin ewropa jî jê re hatin.

LÊ û lê ma gelo dijmin û hevalbendên xwe wê ev daqurtana, wê tehamula vê bikirana helbet NA.

Piştî brêz Mehdî bû serokê şarederiyê, dijminên wî zêdetir, qada xebata wî ji teref dagirkerên kurdistanê tengtir bû û xwestin pêşî lê bigirin. Lê bi serneketin.

Bi rastî jî mesele gelekî dûr û dirêj e û tevlî hev e. Ji bona mirov brêz Mehdî baş fêm bike, helwest û karê wî kiriye û dixwest hê bike bide zanîn, ne bi nvîsekê lê bi çend pirtûkan jî mirovê dê nikaribe vê bîne zimên.

Piştî hatina darbeya leşkarî ya 12 îlona 1980 çawa agir bi kurdistanê xistin. Çawa xort û ciwanên welatparêz girtin, kuştin û xistin zîndanê, diyar e. Çawa dixwest van xortên çalak bike tirkên baş, weha li brêz Mehdî Zana jî kirin. Çi lê kirin?

Di dema girtina wî de êşkence û lêdanên bê hempa lê kirin. Wan dixwestin ku ew her tiştê dizane, bêje. Lê bi serneketin û yek bêjê jî ji devê brêz negirtin ango nikarîbûn bigirtina.

Brêz Mehdî ne tenê di zîndanê û di êşkencan de berxwe da, ew ji bona kesîn girtî têk nerin, morala wan xurt dikir. Brêz di girtîgehê de  bû bû weke kevoka azadiyê. Bi hemî hêz û qaweta xwe, ji bona girtiyên zîndana Diyarbekirê berxwe bidin û xwe, mejîyê xwe, hebûna xwe teslîmê dijmin neke çi jê hat kir û bi serjî ket.

Brêz Mehdî Zana êdî bi ked, xebat û berxwedana xwe yên êşkence û zîndana Diyarbekirê bû bû gula Kurdistanê. Lewra jî karbidestên tirkan her dixwestin vê gulê biçilmisînin da ku êdî wê bihna xweş ya azadiyê nede kesan, çi ji wan hat kirin.

Piştî berdana xwe ya ji wê zîndanê jî, brêz Mehda Zana vala nesekinî, li mala xwe rûnenişt.Vê care jî bi welatê ewropa ket, ji wan re, ji partiyên wan re, ji rewşenbîrên wan re, behsa zilma wê zîndanê û ya tirkan dikir vedigot.

Niha ew gula bi temenê xwe ê mezin li swêdê ye û ew gula ku dijminan nikaribûn wê biçilmisîne hêdî hêdî ji ber tenê bûn û ne xwedî lê derketandinê diçilmise.

Gula dijmin nikarîbûn biçilmisandina niha di nava me de di welatekî azad, rehet û xweş de berbi çilmisandinê ve dihare.

Ji wê gulê re av, roj lazim e. Ava wî sohbet, Roja wê hevdîtinên bi nas û dostan re ye. Ew jî em kesên li vir dikarin vê bikin, lê mixbin em jî nakin. Bi tenê hiştina wî em roj bi roj wî weke gulê diçilmisînin.

Brêz Mehda Zana çima digirî?

Ji ber ku êdî di  nav salan de çû ye. Daxwaza wî ya Kurdistaneke azad û serbixwe bibîne hê pêk nehatiye.

Digirî; dema ku zilm, tade û êşkence li gelê wî tê kirin û nikare tiştekî bike.

Digirî; ji ber perîşanî û wêraniya xelk û welatê xwe dibîne û nikare pêşî li wê tofanê bigire nikare tiştekî bike.Tenê girî di dest de maye êdî wê dike

Digirî; bi tenê di mal de, wê hucreya zîndana Diyarbekirê ku wî bi tenê li wir demek dirêj derbas kiribû, tîne bîra wî.

Digirî; ji ber ku nikare here ser mezelên hevalbendên xwe û mizginiya Kurdistaneke serbixwe bide dan.

Digirî; ji ber ku ew jî naxwaze weke hevalên xwe bi halê bindestiyê û bê ku kurdistaneke serbixwe bibîne, koç bike.

Digirî; ji ber ku li hember xwefiroşan, welatfiroşan xaîn û sîxuran nikre tiştekî bike ango pêşî li wan bigire

Digirî; li welatê ewropayê, zilma li ser welatê xwe, însanên xwe dibîne.

Digirî; li hember hemî van rûdanan dest û nigê wî girêdayî weke di zîndaneke vekirî de be.

Ji bona ev gula neçilmise, divê em jî xwedî li derkevin. Herin ba wî,wî derxin bi hevre bigerin. Sohbet bikin da ku hinekî rehet bibe. Xwedî li kesên xwe derketandin, erkê herkesan e.

Ma ne heyf û gunehe???