Meha borî herî kêm 44 sivîl li Efrînê ji aliyê çekdarên Tirkiyê ve hatin revandin

.

Li bajarê Efrîn yê Rojavayê Kurdistanê, meha borî herî kêm 44 sivîl ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hatine revandin.

Roj bi roj zilm û zordariya hêzên Tirkiyê li bajarê Efrîn û deverên di destê wan de zêde dibe.

Navenda belgekirina binpêkariyan li Rojavayê Kurdistanê ragihandiye, meha Adara îsal herî kêm 44 welatiyên kurd yên sivîl li Efrîn û bajarok û gundên wê ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hatine revandin.

Li gorî raporta wê navendê, bi giştî ji destpêka sala 2021 de heta niha herî kêm 201 kesên sivîl li devera Efrînê hatine revandin.

Navenda belgekirina binpêkariyan daye zanîn jî, ji destpêka dagîrkirina Efrînê û deverên din yên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve heta niha, 7 hezar û 825 kes hatine revandin, hezar û 120 kes hatine îşkencekirin ku 145 kes ji wan hatine kuştin. Di teqîn û êrişan de jî 2 hezar û 390 kes hatine kuştin.

Li kêleka revandin, kuştin û îşkencekirinê, dizî û talana mal û milkê kurdan jî ji aliyê çeteyên Tirkiyê ve berdewam e.

 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye