Meha borî herî kêm 115 welatiyên kurd li Rojhilatê Kurdistanê hatine girtin

.

Di nav mehekê de herî kêm 115 welatiyên kurd ji aliyê hikûmeta Îranê ve bi behaneyên cur bi cur hatine girtin.

Malpera mafên mirov ya Hengawê ragihandiye, meha Çileya îsal li bajar û deverên Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 115 welatiyên kurd bi behaneyên siyasî, mezhebî û çalakiyên sivîl hatine girtin.

Li gorî agahiyan, 102 kes ji wan kesên ku hatine girtin, bi tohmetên çalakiyên siyasî û hebûna pêwendî bi partiyên Kurdistanî yên neyarên rêjîma Îranê hatine girtin. 9 kes bi tohmeta çalakiyên sivîl û 4 kes jî ji ber baweriyên xwe yên mezhebî hatine girtin.

Herî zêde li parêzgeha Ormiyê girtin hebûye, ew jî 72 kes bûne. Li Sine 27 kes û li Kirmaşanê jî 14 kes hatine girtin.

Di nav girtiyan de 9 kes jin bûne, 4 kes xwendekar bûne, 2 kes mamosta bûne û 3 jî rojnamevan bûne.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye