Medyaya Tirk: ASA kete navenda Efrînê

Medyaya Tirk îdia kir ku çekdarên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) ji aliyê rojhilatê başûr yê Efrînê ve ketine navenda Efrînê.

Ajansa DHAyê ya tirk îdia kir ku çekdarên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) yên piştgiriya dewleta tirk digirin, ji aliyê rojhilatê başûr yê Efrînê ve ketine navenda Efrînê û li navenda Efrînê gelek caran dengê teqîn û guleyan tê.

Di nûçeyê de hat gotin ku ew çekdarên ASAyê vê sibehê ketine Efrînê û di wê demê de balafirên artêşa tirk jî li ser Efrînê difiriyan.

Rojnamevan Hikmet Durgun jî ragihand li navenda Efrînê di navbera hêzên TSK/ ASA û YPG/YPJê de şerekî gelekî dijwar diqewime.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin