Medya Rûsî: Twitter Dê li Rûsya Were Qedexe Kirin

.

 Li Rûsya, heger Twitter daxwaza rakirina naveroka qedexekirî bi cîh neyîne, Hikûmet wê di nava mehekê de wê asteng bike.

Cîgirê Serokê Sazîya Xizmeta Federal ya Bo Çavdêrîya Ragihandin, Teknolojîya Agahdarîyê û Medya Giştî (Roskomnadzor) Vadim Subbotin, îro li ser pêvajoya qedekirina Twitter ya li Rûsya ji ajansa nûçeyan ya Interfax re diyar kir, Twitter hîn bersivên fikar û pirsên Rûsî nedaye û heke di nava mehekê de nede, ew ê li Rûsyayê were qedexekirin.

Subbotin da zanîn: "Twitter, bersiva daxwazên me ku wekî pêwîst dike nade. Heger rewş berdewam bike, wê demê dê di nava mehekê de bi biryara dadgehê were qedexekirin."

Herwiha ajansê ji zarê Subbotin destnîşan kir, heger Twitter naverokên qedexekirî yên ku Moskow dibêje naverokên mîna pornografîya zarokan, materyalên ser dermanên dij qanûnî û xwekujîya zarokan rake, hîn jî rê heye ku neyê qedexekirin.

Twitterê bersiva daxwaza şîroveya ser van daxuyaniyan, neda.

Hejayê bibîrxistinê ye, Wezareta Karûbarên Derve ya Rûsyayê, roja Şemiyê Amerîka tawanbar kir ku ew ji bo pêşbaziya neheq û bo sansurkirina naverokên bi keyfî û bêpîvan, derfetên teknolojiyê bi kar tîne. 


 

Kurdistan Haberleri

Gendeliya li Îraqê û bêparkirina Herêma Kurdistanê - Omer Ehmed*
Ji ber girtina parlamenterên gendelkar, civînên parlamentoyê hatin paşxistin
Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin