Cano Amedî
Medyaya Tirk cardin li ser bingeha dijîtîya miletê Kurd, dest bi operasyonên mejî-şuştinê û dijmînatîyê kiriye. Dengê daholên şer dest pê kir. Li ser monîtorê TV an kesên nexweş û nijadperest, di destê wan de şivên dirêj, kevne-leşker, parlementer, rojnamevan û kesên li pêş navên wan etîketa Prof, Dr an sifatek pisporîyê heye weke nexweşên bi tayê ketine, dilerizin, difûrin û diqîrin...
Dengê wan naçe wan..
Yek jê dibêje: "Ji Tirkîyê zêdetir divê em li Sûrî bin!.."
Jinika heşê wê bihostek li jor, dibeje: "Nasnama wan tuneye wê bibin wezîr, em qebûl nakin. Çekê xwe radest nakin, derîyê sînor radest nakin, qadên neftê radest nakin, dijmînatîya me dikin. Bi îsraîl û Emerîka re pêwendî datînin..!"
Di nav wan de yek mirovekî aqlê selim tuneye ku bêje: "Heşê we li serê we ye, hûn ji miletê Kurd çi dixwazin, heta îro dagirkeriya we kirîye ne bes e?"
Mixabin heta îro di nav civata Tirk de tu hêzek an alîyekî siyasî, di derbarê piştgirî û hevkarîyê de rolek erênî nelîstiye û helwest negirtîye! Ji bilî komsertî û qayûmtîyê tiştekî kiribin tune. Ji alîyê Tirkan de rewş ewha ye!
Li alîyê din bêdengî û nîşaneyên bêhelwestîyê xuya dike. Gava mirov li monîtorên TV yên desthilat dinêre, ji rûyê şîrovekar û pêşkêşvanan coşî û kêfxeşîyek bê sînor diherike...
Weke aştîyek mayînde hatibe, weke hemû mafên xwe yên ji miletbûnê tên bi dest xistibin, weke neferên artêşa serkeftî, weke telalên kolanan qala "mizgînîyê" dikin. Li ber demsala "bihara derewîn" ketine qeyrana reqsek nehişî. Di konferansên xwe de bi têgehên pûç û beravajî xewn û xeyalên salan di bendava "bêçaretîyê" de dirizînin!..
Armanc û hedefa sereke ya dewleta Tirk ew e ku "Bila Kurd dîya xwe nebîne!"
Siyaseta îro birêve diçe encamê vê hişmendîyê ye.
Ji bo destkeftiyên hene têkbibin!
Li Başûrê Rojevayê Kurdistanê piştgirîya çete û kujeran dikin.
Ji mirîşkan bigirin, heta darê zeytûnan didizin.
Li dunyê çiqas çete, mafya û tawanbar hene di bin hîmaya xwe de, li cîh û warên kurdan de bicîh dikin.
Divê em tu carî ji bîr nekin: "Dijminê bavan, nabe dostê lawan!"
Ji bo wî jî divê bi hişmendîyek netewî, bi siyasetek milî, bi hevkarî û tifaqên neteweyî tevbigerin û li destkeftiyên hene xwedî derkevin.