Medreseler-Üniversiteler

Siddik Bozarslan

Dezgeha Perwerdeyê ya Bilind a Rojhilat, medrese ye. Dezgeha Perwerdeyê ya Bilind a Rojava jî zanîngeh (universite) e. Hema hema di heman tarîxan da Medrese û Zanîngeh hatine avakirin. Medreseya pêşîn / ewil, Medreseya Nîzamîye ye ku li Baxdayê di 1067an da hatîye avakirin. Zanîngeha ewil, Zanîngeha Bologna ye ku di 1088an da li İtalyayê hatîye damezrandin (avakirin-çêkirin). Zanîngeha Bolognayê di 1988an da hezar salîya avakirina xwe pîroz kirîye. 
  
Li Rojava heft (7) zanîngehên ewilîn ev in: Piştî Zanîngeha Bolognayê, Zanîngeha Parisê di 1160an da ava bûe. Di wê wextê da xwendevanên ingilis jî li Zanîngeha Parisê perwerde dibûn. Dema Qiralê Fransayê Henry II. qedexe jibo xwendevanên ingilis çêkir ku ew neyên Parisê; ingilizan jî bi navê Zanîngeha Oxfordê  di 1167an da zanîngeha xwe ava kirine.  
 
Zanîngeha Çaremîn, Zanîngeha Cambridge ye ku di 1209an da hatîye avakirin ku ew di nava heft zanîngehên ewilînê Rojavayî da ye. Pêncemîn zanêngeh jî dîsa li İtalyayê Zanîngeha Podova ye ku di 1224an da çêbûye. Zanîngehên şeşemîn û heftemîn jî li Fransayê hatine avakirin. Zanîngeha Orleans di 1235an da û Zanîngeha Montpellier jî di 1239han da dest bi perwerdeyê kirine. Zanîngehên wan deman, girêdayên Kilîseya Katolik hatine avakirin. Heta 1520an li Rojava 70 zanîngeh, xebatên xwe domandine. 

Ji heft zanîngehên ku li Rojava hatine avakirin; diduyê wan li İtalya, sisîyê wan li Fransa û diduyê wan jî li İngilistanê hatine avakirin. 

Piştî wan salan, zanîngeh bi lez pêşta çûne. Îro li cîhanê dezgeha perwerdeyê ya herî giring, zanîngeh e. Em pêşveçûnê dikarin weha bidin eşkerakirin: Zanîngeh, digel bûyerên civatî, di heqê bûyerên xwezayî da pirsên çi, kê,  li kê derê, çi çax, çima, çawa pirs hatine kirin, ji wan pirsan ra persîv hatine gerandin. Ev pêvajo, zanîngehê ji tesîrên dînî dûr xistine. Di vê pêvajoyê da zanînên di derheqê bûyerên civatî û xwezayî pir kirine. Zanîngeh pêşta çûne.  

Li Rojhilat di medreseyan da pêvajoyeke weha nehatîye jîyandin. Medrese, weha fikirîye: Xwedê, dinyayê afirandîye. Xwedê, dinyayê jibo mirovan afirandîye. Nîzamek heye ku bi awayeke tendurustî baş dixebite. Di nîzameke weha da pirskirina çi, kê, li kê derê, kengê, çima, çawa, tê wateya ku têkelê karên Xwedê tê kirin. Helbet lêpirsîna pirsên weha qedexe ye. Ev qedexe  bûye asteng ku medrese pêşta here û geş bibe. Îro tenê li welatên Pakistanê, Bagladeşê, Hindistanê medrese di jîyanê da ne. (Kemal Güriz, Medrese V. Üniversite, Geri Kalmanın ve İlerlemenin Karşılaştırmalı Tarihçesi, İnkılap 93. Yıl,  İstanbul 2020 s. 96 vd.) 

Îro, dezgeha ku perwerdeya dînî li wir tê dayîn, medrese ye. Musevîtî, Hiristîyanî, Îslamîyet bi rîya wahîyê hatine dinyayê. Fikrên ku van dînan anîne meydanê, wek gotinên Xwedê hatine qebûlkirin. Ji ber wê ye ku rexnexistina wan ne mikun e. Hîn mirov tenê mukellef in ku gotinên Xwedê hîn bibin û pêdivîyên wan bînin şûnê. Ji lêkolînên ku li medreseyan çêdibin ra, dikare wek îlim bê navkirin. Lê di îlmê da rexne, metodek e ku ji dest nayê berdan. 
Guman tune ku di dinya Îslamê da jî yên wek el-Kindî (801-873), el-Razî (865-915), Farabî (870-950), el-Heysem (965-1039), el-Birunî (973-1048), Îbnî Sîna (980-1037), Îbnî Ruşd (1120-1196), Îbnî Haldun (1332-1406) hebûne ku eleqederê bûyerên civatî û xwezayî bûne. Lê ewana qasî Ebû Hasan Eşarî (873-937), Gazalî (1058-1111) Îbnî Teymîyye (1263-1328) bi tesîr nebûne û nikaribûne fikrên xwe belav bikin ku ewana (celeba duyê) alîgirê dewletê bûne, fikrên dewletê parastine. Babetên weha li medreseyan nehatine xwendin.