Meclîsa Leşkerî ya Minbicê gotina Çavuşoğlu derewand

Berdevkê Meclîsa Leşkerî yê Minbicê Şervan Derwîş li ser daxuyaniya Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê ku wan û Amerîkayê li ser Minbicê li hev kiriye axivî û got ku "ew gotinên tirkan in û derew in.

Berdevkê Meclîsa Leşkerî yê Minbicê Şervan Derwîş li ser daxuyaniya Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê ku wan û Amerîkayê li ser Minbicê li hev kiriye axivî û got ku "ew gotinên tirkan in û derew in. Karê me li gel Hevpeymaniya Navdewletî wek berê dewam dike. Herwiha Derwîş teqez kir ku şervanên YPGê li Minbicê tine ne.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu beriya niha bi daxuyaniyeke eşkere kiribû ku bi Amerîkayê re li ser Minbicê lihevkirine û dê parastina Minbicê jî leşkerên tirk û Amerîkayê pêk bînin. Berdevkê Meclîsa Leşkerî yê Minbicê Şervan Derwîş li ser mijarê ji Sputnikê re axivî û da zanîn ku ev yek derew e.

 

Derwîş wiha pê de çû: "Ev gotinên tirkan in, niha tiştek wiha tine ye. Xebatên me yên li Minbicê normal dimeşin. Hevkarî û têkiliyên me yên ligel Hevpeymaniya Navdewletî dewam dikin. Ji bilî vê jî tiştek niha tine ye."

Derwîş destnîşan kir ku, "Her kes dizane ku şervanên Yekîneya Parastina Gel (YPG) li Minbicê nîne, şervanên ku li Minbicê ne, Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ne. Eger tirk dixwazin bibêjin YPG li wir e, ew jî derewên tirkan in û ev derew jî wan eleqedar dikin. Niha li Minbicê YPG tine ye û hevkariya me jî ni koalîsyonê re jî normal dewam dike."

 

Beriya niha jî Fermandarê hevpeymana navdewletî ya dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike, Paul E. Funk serdana Minbicê kiribû û ragihandibû ku tevî îtirazên Tirkiyeyê dê li Minbicê bimînin û bi armanca têkoşîna li dijî DAIŞê li herêmê ne û dê piştgiriya wan a ji bo HSDê jî wê bidome.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin