Meclîsa Elmanyayê: Divê Tirkiye êrîşên xwe bisekinîne

Di meclîsa Elmanyayê de li ser rojeva operasyona li dijî Efrînê civînek hate lidarxistin. Partiyên hikûmetê û muxalefetê jî tevlî vê civînê bûn. Di heman demê de qasidê Tirkiyê yê Berlînê Ali Kemal Aydın ji di civînê de bû.

Di civînê de hate qebûlkirin ku êrîşa Tirkiyê ya li dijî Efrînê, li dijî huqûqa navdewletî ye. Parlamenterên ku beşdarî civînê bûn, Tirkiye bi zimanekî tûj rexne kirin û di heman demê de sekna Elmanyayê ya li hember Tirkiyeyê jî xelet û zêde nerm hate dîtin.

Di civînê de pêşî wekîl Armin-Paulus Hampel axivî û wiha got: Di vê operasyonê de sekna Tirkiyê li dijî huqûqa navnetewî ye, ez vê lanet dikim. Em dixwazin ku hikûmeta Elmanyayê jî vê sermezar bike. Di platformên Yekîtiya Ewrûpayê de jî em ê li ser vê mijarê biaxivin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin