Me daxwaz kiriye ku berî sal dawî bibe kongre pêkbê!

Serokê fraksiyona YNKê li encûmena parêzgeha Hewlêrê aşkera kir, wan daxwaz kiriye ku berî sal dawî were, dawiyê vê salî kongre pêkbê.

Serokê fraksiyona YNKê li encûmena parêzgeha Hewlêrê aşkera kir, wan daxwaz kiriye ku berî sal dawî were, dawiyê vê salî kongre pêkbê.

Hejmarek endamên rêveberiya YNKê ragehandin ku eger partiya wan kongreyê neke, wê demê nikarin beşdariyê li helbijartinên sala 2020ê yen encûmen parêzgehên Iraqê bikin.

Li hember vê yekê serokê fraksiyona YNKê li encûmena parêzgeha Hewlêrê Rêbaz Bêrkotî ragehand: ‘’Nizanim kê ew nêrîn daye, lê ti bingehekî wê nêrînê tineye û nêrîneke kesî ye.’’

Herwaha got, babeta helbijartinê pêbende bi biryara siyasî ve û divê alî rêkeftinê li ser bikin, ‘’Helbijartina encûmena parêzgehan zêdetir rehendekî wê yê siyasî heye, ne yasayî.’’

Bêrkotî got, naha YNK mijûlê amadekariyê bo çêkirina kongreyê û got: ‘’Me daxwaz kiriye berî sala 2019ê bi dawî bê kongre pêkanîn.’’

Herwaha nûbuna partiyê di vê qonaxê de wek giring pênase kir.

Berî naha berpirsê desteya polîtburoya YNKê Mela Bextiyar projeyek bo kongreya 4.mîn a YNKê aşkera kir, lê ji aliyê gruba Berhem Salih ve bi tundî bersiva wê hat dayîn.

Kurdîstan Haberleri

Qasim Erecî: Em û Koalîsyon gihîştin qonaxa pêwendiyên dualî
Dr. Radwan Badînî: Dîrok tenê ji aliyekê de nayê nivîsandin…
Serokê Giştî yê PWKê Mustafa Ozçelîk: Em yekkirina hêzên pêşmerge yên Herêma Kurdistanê pîroz dikin
PWK : Hişmendîya hevpar ya darbeya 12ê îlona 1980yî û sîyaseta ‘’Tirkîyeya Bêteror, Herêma Bêteror’’; ‘’Bila kurd dîya xwe nebîn
Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê: Potansiyela Amedê 2-3 qatan ji ya Gabarê zêdetir e