Me ciyê nunertîtya Weqfa İsmail Beşikcî yê nû li Amedê bi merasîmek girseyî vekir

Nezîr Cibo

Nezîr Cibo

Me îro ji bo vekirina ciyê Nunertîya Weqfa İsmail Beşikcî merasîmek li dar xist. Merasîm bi girsayî pêk hat. Gelek şexsîyetin sîyasî, hunermend, nivîskar, kademîsyen û endamên sazîyên sivîl, berpirsyarên şarederîyên Amedê beşdar bûn. 

Merasîm bi axaftina Mamoste Beşikcî destpêkir. Piştre Serokê weqfê Rêzdar İbrahim Gürbüz axift. Dure wek nûnerê Weqfê yê Diyarbekir min diderheqa xebatên me de  axaftinek kurt pêşkêş kir. Axaftina min li jêr e:

Gelî mêvanên hêja, hun bi xêr hatin ser çava hatın. Bi beşdarbûna we em dilşadin.

Nunertîya me di sala 2014 de hat damezrandin. Ji wê rojê heya îro di qada Kurdolojî de bi sedan çalekî û xebatên giring lidar xist. Gelek konferans, panel û seminer pêk anîn, gelek akademisyen, hunermend û nivîskar kirin  mêvan û îmza xwe avêt bine gelek projêyên giring.  Bê guman ev xebat bi saya gelek şexsîyetên dilxwaz ku di rêvebirîyêde cî girtin pêk hatin. Ezê qasek din navê van şexsîyetin pêşkêşî we bikim.

Lê ez niha dixwazim, liser ciyê me yê nû çend agahîya bidim.

Ciyê me yê berê pir biçuk û nebikêrhatî bû. Ev yek ji bo çalekîyên me astengî derdixist. Lewma me ev ciyê nû bi dest xist. Tadîlata  vir nêzîkî salekê domand. Û îro gîha vê radeyê. Bi rihetî  em karin bejin ku  ji bo xebatên me bi kêrhatîye û ji ciyê kevin baştır e.

Halê hazir em karin konferans, seminer û panelen girseyî lidar bixin, Em karin ji bo wênekêşan û wênevanan pêşengahan bi kar bînin. Em karin lîstîkên şanoyê û filma lidarbixin. Di stüdyo me de em karin belge fîlm û goto bêjan amade bikin. Em karin druşmê online bikar bînin. Bi Kurtasî her çiqas, kêmasîyên me hebin jî, ciyê me jibo xebatên çandî, hunerî, dîrokî û edebî amedye û ji her alîve bikêr hatî ye.

Bê guman ev rewş bi ked û arikarîya  gelek şexsîyet û saziyan pêk hat. Ji vê bonîyê pêwîste ko ez spasîyê xwe ji wan şaxsîyet û sazîyan re pêşkêş bikim:

Di serî de ez spasîyên xwe ji Necip Yeşil û Malabata wî re, Refîk Türk, Öztekin Çaçan, Özkan Çaçan,Şerefxan Yetiz Abdurrahaman Yalçın, Genceddin Öner, İrfan Çetin, Haluk Sayın, Akmeşe Mobilya û  Silvan Beton re pêşkêş dikim. Dibêjim Mala we eva. Eger arîkarîya wan ya maddî û manevî  tuneba avahîya me amade ne dibû  û nediga ve radeyê.

Gerek di pêvajoya tadîlatê û gerek berya wê em arîkarî û piştgirîya kek İbrahim Gürbüz ji bîrnakin û bi taybetî spasîyên xwe pêşkêşi wî dikin. Wek nişana keda wî ya giranbuha, me navê wî li Navenda Nunertîyê ya çandî kir; wek “Navênda Çandî-Hunerî ya İbrahim Gurbuz” Pîroz be.

Ji xeynî van, Li jor jî min anîbû ziman. Ji damezrandina nunertîyê û heya îro, gelek şexsiyetin dilxwaz di rêvebiriyê de cî girtin û xebatên hêja pêk anîn. Divê  em keda wan jî ji bîrnekin, navê wan livir bînim ziman û spasîyên xwe  pêşkêşî wan bikim.

 1. Rêvebirîya yekem : Ahmet Kanî, Kemal Yıldızhan, Nazdar Kahramaner, Roşan Lezgîn û Gulseren Tekin.

2. Rêvebirî ya Duyem: Sait Veroj, Şükrü Kahramaner,Sabahattin Yıldız, Fahriye Atsay, Nezirê Cibo

3. Rêvebirîya  Sêyem: Abdurahim Özmen, Zelal Özmen, Cumhur Ölmez.

4.Rêvebirî ya çaramî: Nezirê Cibo, Öztekin Çaçan, Şerefhan Yetiz, Abdurrahman Yalçın.

Ez di huzura we de, spasîyên xwe pêşkêşî wan dikim û dibêjim mala we ava. We gelek xebatên giring xist holê. Keda we nayê jibîrkirin.

Lê ne bese, divê em hê bêtir bi xebitin û İBV derxin radeyek bilintir.  İsmail beşikçi xwe liser Kurda kir, ji bona mafê wan tiştê ji destê wî hat texsîr nekir. Gerek Kurd jî texsîr nekin, li wî û weqfa wî xweyî derkevin.

Lewma em bang li akademisyen, nivîskar, hunermend û rewşenbîra dikin. Dibêjin: Wein em amade ne. Eger hun jî amade û dilxwaz bin, fermo werin em tevde bi xebitin…