McGurkî, Nêçîrvan Barzanî pesend kir: Dema hilbijartinan mijareke navxweyî ye

Nûnerê Serokê Amerîkayê yê li Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Brett McGurk ragihand: “Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî rast dike, dema hilbijartinan mijareke navxweyî ye, îdiayên ciyawaz ên li ser vê mijarê rast nînin.”

Brett McGurk di twîteke xwe de dibêje: “Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî rast dike. Me bi awayekî zelal gotiye ku dema encamdana hilbijartinan mijareke navxweyî ye û bi temamî bi serkirdeyên Herêma Kurdistanê û parlementoyê ve girêdayî ye, ku rewşa herêmê û Iraqê li ber çavan bigrin.”

 

McGurk herwiha diyar kir: “Îdiayên ciyawaz ên di vê mijarê de rast nînin.”

 

Roja sêşemê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civîneke çapemeniyê de ragihand, ew nûçe ne rast in ku dibêjin Brett McGurk daxwaza paşxistina hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê kiriye.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin