McGurk çû serdana Nêçîrvan Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Şanderê Taybet ê Serokê Amerîkayê bo şerê dijî DAIŞê Brett McGurk civiya û li ser xwepêşandanên herî dawî yên li navîn û başûrê Iraqê, parastina aramiya herêmê gotûbêj kirin.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî doh 27ê Tîrmehê pêşwazî li Şanderê Taybet ê Serokê Amerîkayê bo şerê dijî DAIŞê Brett McGurk, Cîgirê Balyozê Amerîkayê yê li IBexdayê, Konsulê Giştî yê li Herêma Kurdistanê û şanda li gel wan kir.

 

Li gor malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê di civînê de geşedanên herî dawî, proseya siyasî ya Iraqê û hewldanên ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê gotûbêj kirin û tekezî li ser pêwîstiya gotûbêjên cidîtir ên navbera aliyên siyasî yên ji bo pêkanîna hikûmetê, rola Herêma Kurdistanê ya di vê mijarê de û hebûna hêzên aliyên Kurdistanî li Bexdayê hatiye kirin û herwiha gotûbêjên niha yên Hewlêr û Bexdayê jî ji bo çareserkirina pirsgirêkan bilind nirxandin.

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kurteyek derbarê hewldan û gotûbêjên aliyên siyasî yên Iraqê û Herêma Kurdistanê li Hewlêr û Bexdayê de û herwiha amadekariyên ji bo hilbijartinên li Herêma Kurdistanê û gotûbêjên aliyên siyasî yên Kurdistanê ji bo beşdariya hikûmeta Iraqê pêşkêş kir.

 

Herwiha Nêçîrvan Barzanî hêviya xwe anî ziman ku gotûbêj berfirehtir bibin û amadebûna Herêma Kurdistanê ji bo destpêkirina gotûbêjên li gel aliyên ku hikûmeta nû pêk tînin nîşan da.

 

Di civînê de Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Fuad Husên, hejmarek ji wezîr û rayedarên Herêma Kurdistanê jî amade bûn.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin