Mazlûm Kobanî daxuyaniyek bo salvegera dagîrkirina Efrînê belav kir

.

Bi boneya salvegera dagîrkirina li ser Efrînê, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) General Mazlûm Kobanî, daxuyaniyek belav kir û diyar kir: “Ji bo parastina nirxên mirovahiyê û yasaya navdewletî, civaka navdewletî şikest”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî, twitek belav kir û tê de da zanîn, ji bo parastina nirxên mirovahiyê û yasaya navdewletî, civaka navdewletî şikest.

Mazlûm Kobanî eşkere kir, welatiyên Efrînê ji dagîrkarî û tawanên şer nehatin parastin û got, divê sînorek ji bo wan tawanan bê danîn û rewşa Efrînê vegere berî dagîrkirina wê.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye