Mazlûm Kobanî: Civîna li gel şanda Amerîkayê erênî û avaker bû

.

Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), Mazlûm Kobanî, peyamek di derbarê civîna bi şanda pilebilind a Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, Koşka Spî û Encûmena Asayişa Niştimanî ya Amerîkayê de belav kir û tekezî li mana hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li navçeyê heta pêkanîna serkeftina bi ser DAIŞê de û piştgiriya Rêveberiya Xweser kir.

Fermandarê HSDê Mazlûm Kobanî di peyameke li ser Twitterê belav kir de da zanîn, wî bi şandeke pilebilind a Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, Koşka Spî û Encûmena Asayişa Niştimanî ya Amerîkayê re civiya ye.

Mazlûm Kobanî diyar kir, ku civîna li gel şanda Amerîkayê erênî û avaker bûye û destnîşan kir, tekezî li ser mana hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li navçeyê ji bo serkeftina temam bi ser DAIŞê de û piştgiriya li istiqrar û bihêzkirina Rêveberiya Xweser hat kirin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye