Mazlûm Kobanî bi tundî Netewên Yekgirtî rexne kir

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD), Mazlûm Kobanî ji ber helwêsta wê ya derbarê êrîşa Tirkîyê li ser Rojavayê Kurdistanê de, bi tundî Netewên Yekgirtî rexne kir

Navenda Nûçeyan- Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD), Mazlûm Kobanî ji ber helwêsta wê ya derbarê êrîşa Tirkîyê li ser Rojavayê Kurdistanê de, bi tundî Netewên Yekgirtî rexne kir û ragihand, “erkê Netewên Yekgirtî parastina nîştecihên xwecihî û resen e, ne beşdarîkirina di projeya paqijkirina nejadî de.”

General Mazlûm Kobanî roja Pêncşemê di twîttekê de ragihandîye: “Di pêşhateke nû de Tirkîye siyaseta paqijkirina nejadî di bin sîwana yasayên navdewletî de cîbicî dike.”

General Kobanî daxuyanîya Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres ya derbarê pêkanîna komîteyekê ji bo gotûbêjkirina pêşniyareke Tirkîyê ya ji bo avakirina komlegeh û avahîyên nîştecihbûnê li navçeya aram a di navbera herdu bajarên Serê Kanîyê û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê de, bi tundî rexne kir û ew yek weke “beşdarîya metirsîdar a Netewên Yekgirtî li gel Tirkîyê bo cîbicîkirina siyaseta komkujîyê” bi nav kir.

Fermandarê Giştî yê HSDê da xuyakirin, “erkê Netewên Yekgirtî parastina akincîyên xwecihî ye, ne beşdarîkirina di projeya paqijkirina nejadî de.”

General Mazlûm Kobanî roja Çarşemê di hevpeyvîneke taybet a li gel Rûdawê de jî amaje bi siyaseta Tirkîyê bo guhertina demografîya Rojavayê Kurdistanê û tunekirina Kurdan li herêmê kiribû û gotibû, Enqere dixwaze wê siyaseta xwe di bin sîwana Netewên Yekgirtî de pêk bîne.

General Kobanî daxwaz ji NY û civaka navdewletî kiribû ku rê nedin Tirkîyê ku wê siyaseta xwe li dijî Kurdên Rojavayê Kurdistanê pêk bîne.

Tirkîyê ji roja 9ê Cotmehê ve êrîşî Rojavayê Kurdistanê kirîye û tevî du rêkevtinên cuda yên di navbera Amerîka û Tirkîyê û Rûsya û Tirkîyê de, artêşa wî welatî û komên çekdar ên ser bi Enqerê ve li hin deveran êrîşa xwe berdewam dikin.

Çavkanî: Rudaw

 

Siyaset Haberleri

Tirkiye ji ber sizayên li ser Rûsyayê berê xwe dide petrola Îraqê
HSD: Li Dêrezorê êrişa DAIŞê hat têkbirin
Kurdekî pirsa referandûm û dewleta Kurdî bir Kongireya Aştiyê ya Cîhanî
Li 3 salên dawiyê de zêdetir ji 170 rojnamevan li Îranê de hatine binçavkirin
Mezlûm Ebdî di Roja Cîhanî ya Kobaniyê de got: 'Yekîtiya li hemberî tarîtiyê'