Mazlûm Kobanî:: 3 hezar 286 kes ji Cizîrê, Kobanîyê û 'Efrînê hatîne revandin

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûrîya Demokrat (HSD) ragehand, bêtir ji sê hezar 200 kes ji Cizîrê,Kobanîyê û 'Efrînê hatîne revandin.

Navenda Nûçeyan- Mezlûm Ebdî fermandarê giştî yê Hêzên Sûrîya Demokrat di tiwîtekê de ragehandîye, sê hezar û 286 kes ji  navçeyên Kobanîyê, 'Efrîn û Cizîra Rojavayê Kurdistanê hatîne revandin. Bi gotina wî, 544 kes  ji wan li ser destê Da'şê û 2368 kes jî,  ji alîyê çekdarên dijberîya Sûrîyê ve, herweha 374 ji wan ji alyê hikumeta Sûrîyê ve hatîne revandin . Amaje bi wê yekê jî kirîye ku 8 ji wan kesan li navçeyên di destê HSDyê de hatîne revandin.

'Ebdî gotîye jî, komîteyeke lêkolînê hatîye pêkanînin derbarê wan kesên ku li navçeyên wan hatîne girtin û dê çarenvîsa wan  kesên revandî û windabûyî eşkere bikin.

Herweha got: Kesên tawanbar dê bêne siza dan û encamên lêkolînan jî,  bo raya giştî werin ragehandin.

 

 

Siyaset Haberleri

Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn li Almanyayê ne: ‘Kilîta çareseriyê Federalîzm e’
Hêzên Amerîkayê daketin çolên Îraqê, bi artêşê re şer kir
Şervanê ku malbata wî şîna wî danîbû sax vegeriya malê
Îtalya dê sîstema parastina asmanî bişîne welatên Kendavê
Azerbeycan: Dronên Îranê li Balafirgeha Naxçivanê ketin