Mattis daxwaz ji hêzên Amerîkayê kir: Hevpeymanên xwe biparêzin

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê James Mattis ku piştî biryara vekişandina hêzên Amerîkî ji nav Sûriyê dest ji posta wezîrê berevaniyê berda daxwaz ji hêzên welatê xwe kir ku hevpeymanên xwe biparêzin û di şer de xweragir bin.

Di nameya xwe ya herî dawiyê de James Mattis daxwaz ji artêşê kir ku piştevaniyê li destûra welatê xwe bike û bi her awayekî jiyana Amerîkiyan biparêze.

 

Mattis ev yek jî anî ziman, ku wezareta berevaniyê ev rastî nîşan daye, ku di demên herî zehmet û dijwar de ew dikarin di rewşeke herî baş de bin.

 

Di heman demê de Mattis daxwaz ji artêşa Amerîka kir, ku li kêleka hevpeymanên xwe bisekinin û di eniyên şer de li ber xwe bidin û xweragir bin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin