Masî digirtin lê tekna wan qelibî û 2 kes wendane

.

 Li bajarê Rihayê li navçeya Sêweregê li ser golekî 3 kes xwestin masiyan bigrin lê tekna wan qelibî û di encamê de ji 3 kesan 2 kes niha di bin avê de wenda ne. Kesê rizgar bûye bi derfetên xwe ji avê derketiye. Li gor agahiyan kesên bi navên Mahmut Kendiş, Ahmet Mindeş û Jiyan Kendiş (24) li taxa Soydanê li goleka çêkirî ya avdanê bi sandalê çûn da masiyan bigrin.

Bi sedema ba zêde dihat, sandala wan serûbinê hev bû. Mahmut Kendiş bi derfetên xwe derker aziyê lê her du kesên din di avê de wenda bûn.

Li ser agahdayîna kesên der û dor, tîmên cendirmeyan, polis û tenduristiyê çûn ciyê bûyerê. Polîsên noqavê dest bi xebata binavê kirine.


 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye