Endamê Kongreya Amerîkayê Marlin Stutzman ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ji Kurdan hez dike û dixwaze giringîdana bi wan bidomîne.
Stutzman her wiha pêşniyara sîstema federalî ji bo Sûriyeyê kir.
Rûdawê bi Endamê Kongreya Amerîkayê Marlin Stutzman re hevpeyvîneke taybet pêk anî.
Ev hevdîtin di demeke gelekî hestiyar de tê kirin ku navendên biryarê yên li Washingtonê ji nêz ve çavdêriya tevgera desthilata nû ya li Şamê û çarenivîsa pêkhateyên cuda yên wî welatî dikin.
Marlin Stutzman tekezî li ser wê yekê kir ku "kiryar mercê baweriyê ye" û xwest ku pêngavên pratîk ji bo parastina pêkhateyan bên avêtin.
Stutzman ku wekî dostekî nêzîk ê Kurdan tê zanîn, behsa pêwendiyên dîrokî yên di navbera Washington û Kurdan de kir û piştgiriya xwe ya bêşert û merc ji bo pêşniyaryasaya "Parastina Kurd û Pêkhateyan" nîşan da ku ji aliyê Senator Lindsey Graham ve hatiye pêşniyarkirin.
Stutzman ji bo çaksaziya siyasî ya li Sûriyeyê pêkanîna sîstemeke federalî ya mîna ya Amerîkayê pêşniyar dike ku tê de Kurd, Durzî, Xirîstiyan û Elewî di çarçoveya "wîlayetên xweser" de xwedî maf bin û di heman demê de Sûriyeyeke yekgirtî ji nû ve were avakirin.
Stutzman dilgiraniya xwe ya kûr a ji midaxeleya Rûsya û Tirkiyeyê veneşart û got, "Divê Amerîka ne tenê venekişe, divê pêgeha leşkerî û baregeheke mayînde li Sûriyeyê hebe."
Naveroka hevpeyvîna Rûdawê ya bi Îlham Endamê Kongreya Amerîkayê Marlin Stutzman re wiha ye:
Rûdaw: Gelo tu dikarî ji me re bibêjî piştî rûniştina Kongreyê, di nêrîna te de derbarê rewşa Sûriyeyê û pêkhateyan de çi guherî?
Marlin Stutzman: Berî her tiştî, ez spasiya we ji bo vê mêvandariyê dikim. Ez bi dîtina we kêfxweş im. Bi baweriya min, ew rûniştina ku me kir, gelekî baş bû. Şahidên me yên gelekî baş hebûn. Zanyariyên gelekî baş ji komîteyê û endamên Kongreyê re hatin dayîn lê hîn gelek kar hene ku bên kirin.
Wekî ku min di gotinên xwe de amaje pê kir, me gelek hilkişîn û daketin dîtin. Par gelek bûyer qewimîn. Par êriş li ser Elewiyan hat kirin, êriş li ser Durziyan hat kirin û niha jî êriş li ser Kurdan hatiye kirin û Xirîstiyan jî bi heman awayî. Ji ber vê yekê, kêmîneyên din jî ketine nav vê rewşê.
Ez tekez dikim, ez ya herî baş ji bo gelê Sûriyeyê û herêmê dixwazim lê divê hemahengî di navbera Şamê û kêmîneyên li seranserê welêt de hebe. Bi rastî, erk dikeve ser milê Serok Şer. Ez sê caran bi wî re civiyam û ez hêviya serkeftinê ji wî re dixwazim, çimkî eger ew serkeftî be, Sûriye jî dê serkeftî be. Lê heta ku şer, komkujî û nakokî hebin, rewş dê rast nebe.
Lê hûn dizanin, derbarê Lûtkeya Munîhê ya ku dawiya hefteya berê bi rê ve çû, General Mezlûm û Şeybanî bi hev re çûn lûtkeyê. Em hêvîdar in ku ev destpêka tiştekî gelekî erênî be.
Ez hîn jî hinekî matmayî me bi wan tiştên ku di 45 rojên borî de qewimîn û çima êriş li ser Kurdan hat kirin. Lê niha em dibînin ku careke din vîze û pasaport ji Mezlûm re tê dayîn û ew bi wezîrê derve re geştê dike. Bi baweriya min, ev hemû nîşanên erênî ne lê ev hê tenê destpêk e.
Lê hêviya min ew e ku em bikarin balyozxaneya Sûriyeyê vekin û Amerîka bi rastî bi awayekî cidî bikeve nav rewşê, çimkî derfet kêm maye. Her wiha, pêwîst e em alîkariya xelkê Sûriyeyê bikin da ku ji aliyê aborî ve ducare geş bibin.
Rûdaw: Baş e, şahidan di gotinên xwe de behsa tawanên metirsîdar ên li dijî pêkhateyan kirin. Piştî rûniştina Encûmena Nûneran, gelo Amerîka dê siyaseta xwe ya li hemberî Sûriyeyê biguherîne yan dê li ser heman rêyê berdewam bike?
Marlin Stutzman: Bi baweriya min, hûn dizanin ku me berê jî îsbat kiriye ku em amade ne rûbirûyî DAIŞê bibin, di nav de bi rêya wan êrişên ku di çend mehên borî de ji aliyê artêşa me ve hatin encamdan, piştî ku hinek ji nobedarên me yên niştimanî li Sûriyeyê hatin kuştin, her wiha Fransa û bi baweriya min Îtalyayê jî di çend êrişên li dijî DAIŞê de alîkariya me kir.
Hevpeymaniya li dijî DAIŞê bihêz e lê bi baweriya min hîn ne di wê astê de ye ku em dixwazin. Derbarê Rûsyayê de, divê em berdewam bin li ser zexta ji bo derxistina wê, çimkî ew hîn hîn pevçûnan diafirînin.
Divê em pêwendiyên xwe ava bikin. Pêwendiya bi Kurdan re gelekî girîng e da ku ev pêvajo serkeftî be. Kurd her tim dost û piştgirekî mezin ê Amerîkayê bûne li herêmê û ez dixwazim ew pêwendî bi awayekî xurt bimîne.
Ez dizanim Senator Graham dixwaze wê pêwendiyê li Encûmena Pîran biparêze, ji ber vê yekê ew pêwendî girîng e, her wiha pêwendiya bi Durzî û Elewiyan re jî girîng e lê pêwendiya bi Şamê re jî girîng e.
Em dixwazin Sûriyeyeke aram bibînin. Ez dizanim ku erkeke giran li ser Şer heye lê divê ew rê li ber her êriş û komkujiyeke din bigire, çimkî her gava ku bûyereke wisa diqewime, ew gavek ber bi paş ve ye.
Rûdaw: Piştî şerê dawî, peymanek di navbera HSD û Şamê de hat kirin. Gelo bi baweriya te Amerîka garantiyê dide ku her du alî pêbendî peymanê bin? Çimkî berê peyman hebû û hat binpêkirin. Nêrîna te çi ye?
Marlin Stutzman: Berî her tiştî, Serok Trump dîplomatê herî bihêz û danûstandinkarê herî bihêz e ku Amerîkayê ji serdema Ronald Reagan ve hebûye. Ez dizanim ku Serok Trump çi qasî ji Kurdan hez dike û dixwaze berdewam be li ser giringîdana wê pêwendiyê, çimkî di dema xwe ya berê ya serokatiyê de gelek kar li ser kir û ev ji bo wî gelekî girîng e.
Ez bawer im ku ew gelekî bi hûrî çavdêriya Serok Şer û hikûmeta Şamê dike ku ber bi kîjan alî ve diçin. Hûn dizanin, em hêviya ya herî baş dixwazin lê kiryar şert e, ne gotin.
Êrişên li ser Kurdan di meha Kanûna Duyem de baweriya me kêm kir lê geşta General Mezlûm û Şeybanî ew nîşaneke baş e. Lê çi guherî? Bi baweriya min ev pirsa min e ku çima di demeke gelekî kurt de şer hebû û niha bi hev re geştê dikin.
Ji ber vê yekê, ev meha bê dê gelekî girîng be. Yek ji xalên din ên girîng rewşa aborî û dîtina sîstemeke darayî ye ku li Sûriyeyê kar bike, çimkî bikaranîna sîstema neqdî rê li ber gendeliya hêsan vedike. Qeter, Siûdî û Yekîtiya Ewropayê hemûyan soza alîkariyê dane lê divê em piştrast bin ku pere di projeyên xizmetguzariyê de tê bikaranîn ku bi rastî sûdê digihînin xelkê Sûriyeyê.
Rûdaw: Te behs kir ku kiryar li cem te girîngtir e û kiryar şert e, ne gotin. Eger hin alî tawanan bikin û guh nedin Şamê, divê Amerîka çawa bi wan re tevbigere?
Marlin Stutzman: Belgeyên min ên berbiçav nînin ku ji Şamê wê yekê piştrast bikin. Eger rewş bi wî awayî be, ez ji Serok Şer daxwaz dikim ku daxwaza alîkariyê bike. Baweriya min ew e ku hevpeymaniyek heye, hevpeymaniyeke rojavayî heye ku amade ye piştgiriya Şamê li dijî DAIŞê bike.
Em jî niha heman karî dikin lê her wiha dibe ku ew li dijî wan çekdarên biyanî û dibe ku li dijî wan kesên di nav hikûmeta Şamê de jî bê kirin ku li gorî dilê xwe tevdigerin. Ez hêvîdar im ku ew bi fermana koçka serokatiyê wan karan nakin. Di heman demê de, divê Serok Şer şefaf û rastgo be û bibêje, "Binêrin, em rewşê kontrol dikin" an jî divê bibêje, "Pêdiviya me bi alîkariya we heye."
Rûdaw: Gelo wî di vî warî de daxwaza ti alîkariyekê ji we kiriye?
Marlin Stutzman: Ji min nekiriye. Lê dibe ku ji Serok Trump kiribe. Min gelek caran bihîstiye ku wan bi hev re axivîne û gotûbêj kirine. Her wiha, bê guman, gelek gotûbêj di navbera Balyoz Barrack û Serok Şer de hene. Balyoz Barrack gelekî kar dike da ku rewşê sererast bike, erkeke giran li ser wî ye.
Rûdaw: Te navê Balyoz Barrack anî, ez dê pirsekê derbarê wî de bikim. Di nav Kurd, Durzî û kêmîneyên Sûriyeyê de gelek rexne lê tê girtin û dibêjin ew navbeynkariyê nake, belkî fermanan dide. Nirxandina Kongreyê ji bo rola wî çi ye? Bi baweriya te, ew tenê tiştê ku jê tê payîn dike yan hin dilgiraniyê we hene?
Marlin Stutzman: Ez dizanim ku Serok Trump û Balyoz Barrack gelekî nêzîkî hev in. Bi baweriya min, armanca me hemûyan yek e: Em Sûriyeyeke aram û xweşguzaran dixwazin ku ji bo tevahiya herêmê baş e. Lê diyar e ku mijar aloz e û dînamîkên cuda tê de hene.
Tiştê ku ez dibînim, wisa dixuye ku nakokiyeke navxweyî bi hikûmeta Serok Şer re heye. Bi baweriya min, Şer realîsttir e û dixwaze aliyan nêzîkî hev bike lê di navxweyî de wisa diyar e ku gelek araste hene.
Ji ber vê yekê ez dibêjim, eger pêdiviya Serok Şer bi alîkariyê hebe, bila daxwaz bike, çimkî Serok Trump dixwaze serkeftinê li Sûriyeyê ji bo xelkê Sûriyeyê bibîne û em naxwazin ji dîktatorekî bi navê Esed derbasî dîktatorekî bi navê Şer bibin. Ji ber vê yekê jî ez dibêjim ku pêwîst e Serok Şer şefaf be û bi Rojava û wê hevpeymaniya ku dixwazin pê re kar bikin, kar bike.
Dema me cezayên xwe rakirin, ew peyameke mezin bû ji bo Şamê ku em dixwazin bi hev re kar bikin, rêyekê bibînin da ku peymaneke parastinê bi Kurdan re bikin û peymaneke aştiyê bi Durziyan re hebe da ku em piştrast bin ku êrişkirina li ser kêmîneyan nabe berpirsiyariya Şamê.
Rûdaw: Te behs kir ku Senator Lindsey Graham dilgiraniya xwe derbarê wan tiştên ku li Sûriyeyê diqewimin anî ziman. Wî bi Senator Blumenthal re pêşnûmeyasayek pêşkêş kiriye bi navê "Pêşnûmeyasaya Parastina Kurdan" ku niha kêmîneyên din jî daxwaz dikin ku navê wan tê de hebe. Piştî wan tiştên ku me di çend mehên borî de dîtin, gelo ev yek dê Kongreyê, di nav de Encûmena Nûneran, bike ku piştgiriya vê yasayê bikin? Ango ne tenê Encûmena Pîran, belkî Encûmena Nûneran jî.
Marlin Stutzman: Em piştgiriyê lê dikin. Her wiha, ev ew zanyarî ye ku em hewl didin ji Balyoz Barrack û Wezareta Derve bi dest bixin. Ez piştgiriya hewlên Senator Graham ên ji bo parastina Kurdan û hemû kêmîneyan dikim, mebesta min Xirîstiyan, Elewî û Durzî lê li gel wê, dilgiraniya min ew e ku Tirkiye hîn jî destwerdanê dike û rewşa navxweyî ya Sûriyeyê têk dide. Ew dilgiraneyek min a mezin e.
Ji ber vê yekê, peyama min ji bo Tirkiyeyê yan her kesê ku bixwaze pêvajoya aştiyane ya nav Sûriyeyê têk bibe ew e ku divê gelekî agahdar bin, çimkî ev derfetek e ji bo mirovahiyê li Rojhilata Navîn da ku rêyekê bibînin ku ji wê rêya di bin desthilata rejîma Esed de di 50 salên borî de hebû, baştir be. Dibe ku 50 salên pêş ji bo jinûveavakirin, yekkirin û piştgirîkirina Sûriyeyekê be ku xwedî şiyaneke veşartî ya mezin e.
Lê tirsa min ew e ku Tirk rewşê wisa têk didin. Dixwazim tekez bikim ku Serok Şer li vir dostên wî hene ku amade ne alîkariya wî bikin lê divê ew bi xwe jî alîkar be.
Rûdaw: Ango tu piştgiriyê didî Pêşnûmeyasaya Parastina Kurdan?
Marlin Stutzman: Belê, eger pêwîst bike. Lê hêviya min ew bû ku me ew qonax derbas kiribe û aştî pêk hatibe. Di meha Kanûna Pêşîn de behsa wê yekê dihat kirin ku General Mezlûm biçe Şamê û peymaneke aştî yan parastinê îmze bike lê nehat kirin.
Niha hêviya min bi wê heye ku dibêje ew û Şeybanî bi hev re bûn li Munîhê, hêviya min heye ku rêyeke nû dest pê bike û peyman hebe û Serok Şer wisa bike ku ew yek pêk were. Divê Serok Şer bala xwe bide ser Sûriyeyê û rê nede Tirkiyeyê an Rûsyayê ku tiştekî ji wan hewlan têk bidin.
Rûdaw: Pispor dibêjin siyaseta Amerîkayê li hemberî Sûriyeyê wekî "polîsê baş" bûye bi rakirina cezayan û dayîna derfetê lê salek derbas bûye. Gelo piştî rûniştina Encûmena Nûneran, dê guherînek di helwesta encûmenê de çêbibe?
Marlin Stutzman: Ez hêvîdar im. Wekî ku min berê jî amaje pê kir, gelekî girîng e ku em balyozxaneya xwe li Sûriyeyê vekin û balyozekî me hebe ku tenê bala wî li ser Sûriyeyê be.
Ev ne rexneyek e li Balyoz Barrack, çimkî karê wî giran e û wî bê westiyan kar kiriye da ku çareseriyekê bibîne. Lê bi baweriya min, eger bala me zêdetir tenê li ser Sûriyeyê be, ew dê sûdê bide rewşê. Bi wî awayî, hikûmeta Şamê dê bizane ku em li wir in û çavdêriya rewşê dikin.
Ez naxwazim bi wê peyamê Rûsya yan aliyên din wisa fêm bikin ku Sûriye ji wan re vekirî ye, çimkî bi baweriya min, dubare, wekî ku min got, ew dema ku li ber destê Sûriyeyê ye da ku bibe welatekî meyla wî li ser Rojava kêm e. Niha dema wê ye. Ji ber vê yekê jî girîng e ku balyozxane were vekirin.
Rûdaw: Mebesta te ew e ku balyozxane vedibe û di heman demê de nûnerê we yê taybet ji bo Sûriyeyê hebe, lê Serok Şer pêwendiyên wî yên bihêz bi Rûsyayê re hene û min vîdeo dîtine ku ew çûya Moskowê û li wir pesnê Putin û leşkerên wî dide. Hûn ji van pêwendiyan ne dilgiran in?
Marlin Stutzman: Belê, bê guman. Ji ber vê yekê jî bi baweriya min girîng e ku em rêyekê bibînin ji bo alîkariyê, çi di warê aborî de be, çi di sîstema bankî de, çi di sektora enerjî û kanzayan û çandiniyê de be. Ez agahdar im ku bi hin bankên Amerîkayê re pêwendî hatiye danîn. Lê dilgiraniyên ewlehiyê hene.
Her wiha derfetên derxistina kanza, enerjî û derfetên çandiniyê jî hene. Her wiha me bihîstiye ku hewl hatiye dayîn vaksîn ji Sûriyeyê re bên şandin lê rê li ber gihîştina vaksînan hatiye girtin. Divê tiştek bê kirin û rojane kesek çavdêriya vê yekê bike.
Pêwîst e em di heman demê de du kar an zêdetiran bi hev re bikin, ango divê em piştrast bin ku xelkê Sûriyeyê derfetên aborî hene û sîstema aborî di avakirinê de ye. Di heman demê de, divê em piştrast bin ku peymaneke ewlehiyê heye û gotûbêj di navbera hemû pêkhateyên kêmîne de li Şamê heye. Ev karekî mezin e. Ev tenê bi gotinê hêsan e. Lê divê her bê kirin. Bi hebûna serkirdayetiya Serok Trump, niha dema wê ye ku bê kirin.
Rûdaw: Gelo we ti demeke diyarkirî ji bo hikûmeta Sûriyeyê heye da ku gavên pratîkî bavêje?
Marlin Stutzman: Dubare, ew biryara Serok Trump û Wezîrê Karên Derve Marco Rubio ye ku gelekî dilgiran e ji rewşa Rojhilata Navîn.
Rûdaw: Gelo te di vî warî de bi wî re axaftiye?
Marlin Stutzman: Na, li ser vê yekê bi taybetî na lê demek berê min bi tîma wî re derbarê Sûriyeyê axivî, ango min bi karmendên wî re axivim. Her wiha ez gelek caran bi Balyoz Barrack re axifî me. Demek kurt berê jî ew bi wî re axivîm.
Baweriya min bi Serok Trump heye ku ew ê tiştê pêwîst bike. Lê her gava ku êriş li ser Kurdan an Durziyan bê kirin, divê em berpirsiyariyê bixin stûyê Serok Şer û dubare bibêjin, "Binêre, pêwîst e tu vê yekê kontrol bikî. Nabe ku tu rê bidî van êrişan. Eger pêdiviya te bi alîkariyê hebe, ji kerema xwe daxwaz bike."
Rûdaw: Derbarê tawanên li Sûriyeyê, gelo te vîdeoyên wan tawanên ku çekdarên ser bi hikûmeta Sûriyeyê dikin dîtine, wek birîna keziyên şervanên Kurd û kuştina xelkê sivîl? Te ew vîdeo dîtine?
Marlin Stutzman: Belê, min dîtine.
Rûdaw: Bi baweriya min, endamekî Kongreyê beşek ji wan vîdeoyan di rûniştinê de nîşan da. Gelo ew tiştekî diguherîne li vir li Washingtonê?
Marlin Stutzman: Diguherîne, ango divê biguherîne. Tu nikarî li wan vîdeoyan temaşe bikî. Vîdeoya wî leşkerê ku li wê jina li ser erdê ketî û hîn nemirî dinêre, paşê sê guleyan berdide wê û wê dikuje. Her kesê ku wê vîdeoyê bibîne û qedrê jiyanê bizane, divê bandor lê bibe, ez dizanim ku ew bandorê li me hemûyan dike. Em naxwazin ew tişt biqewimin.
Em dizanin ku demeke dirêj komkujî li Sûriyeyê berdewam hebûne. Ji ber vê yekê, divê ne tenê guherîn di hizir û bîra xelkê de çêbibe, belkî di heman demê de hikûmetek hebe ku rêzê li jiyanê bigire û amade be li ser maseyê rûnê û nakokiyan çareser bike. Tu dizanî mebesta min çi ye.
Hûn agahdar in ku li Amerîkayê jî şerê navxweyî hebû. Di serdemekê de di navxweyî de di şer de bû. Şerekî hovane bû. Bi hezaran kes hatin kuştin, malbat li dijî malbatan şer dikirin lê me ew derbas kiriye. Me rêyek dît da ku em yekgirtî bin.
Gelo li Amerîkayê nakokiyên me hene? Belê, bê guman. Ji ber vê yekê Sûriye gelekî Amerîkayê tîne bîra min.
Rast e ku pirrengî li Sûriyeyê heye lê ew xalên hevbeş ên ku di nav Sûriyeyê de hene, ji wan ên ku li Amerîkayê jî hene zêdetir in.
Dibe ku hin tawan û binpêkirinên kevn hebin ku hîn di bîra xelkê de mane lê divê demek bê û lêborîn hebe. Lê nabe ku aliyek lêborînê nîşan bide û aliyekî din lêborînê nîşan nede. Pêwîst e her du alî lêborînê nîşan bidin û jiyana xelkê her du aliyan biparêzin.
Rûdaw: Eger em behsa bûyera doh bikin, derbarê Durziyan, ew niha daxwaza xwerêvebirinê ji bo herêma xwe dikin. Kurd jî heman hêviyê dikin. Xirîstiyan jî dixwazin di herêma xwe ya xwerêvebir de bijîn. Bi baweriya te, hîn derfet heye ku birêveberiyeke xwerêvebir li bakurê Sûriyeyê hebe û li başûr jî herêmek ji bo Durziyan hebe? Ango, gelo dibe ku sîstemeke federal ji bo Sûriyeyê bê danîn? Gelo ew dê alîkar be ji bo Sûriyeyê da ku bibe welatekî serkeftîtir? Wekî ku te behs kir, Amerîkayê jî şerê navxweyî hebû. Niha sîstemeke federal heye û her wîlayet xwe bi rêve dibe. Hikûmeta federal karê xwe dike û wîlayet jî yek bi yek xwe bi rêve dibin. Hûn piştgiriyê didin vê ramanê? Bi baweriya te, ev çareseriyeke nimûneyî ye ji bo rewşa niha ya Sûriyeyê?
Marlin Stutzman: Ez dizanim gelek kes dibêjin Rojhilata Navîn ji Amerîkayê cuda ye û nikare wekî vir be. Dibe ku hin rastî di wê gotinê de hebe lê bi baweriya min, divê hewl ji bo wê yekê be ku Kurd xwedî şiyana xwerêvebirinê bin, wekî wîlayeteke li vir li Amerîkayê. Wekî mînak, Wîlayeta Indianayê, em li ser asta wîlayetê xwe bi rêve dibin lê ji bo mijara asayîşa niştimanî û sînoran û parastina welat, em li hikûmeta federal a li vir li Waşintonê dinêrin.
Peymaneke yekgirtî jî li seranserê Wîlayetên Yekbûyî heye. Ez dizanim, dibe ku ez hinekî sade bim û hêviya tiştekî bixwazim ku qet çênebe lê çima Sûriye nikare tiştekî wisa bike? Ku tê de Kurd di wîlayeta xwe de xwe bi rêve bibin, Durzî di wîlayeta xwe de lê peymanek bi Şamê re hebe wekî hikûmeta federal a li seranserê Sûriyeyê.
Bi baweriya min, Sûriyeyeke yekgirtî çareseriyeke baştir e û pêwîst e em serkirdeyekî bibînin ku bikare xelkê kom bike. Ez hêvîdar im ku ew Şer be, em ji nêz ve çavdêriyê dikin. Lê eger di dawiyê de rewş mîna rejîma Esed lê bê, wê demê ew dê serkeftî nebe.
Her çend rejîma Esed kêmîne diparastin eger ji aliyê siyasî ve pê re lihevhatî bûna lê wî hîn jî gelek kes kuştine, her çend ne şert bû ku komkujî rasterast arasteyî Durzî yan Kurdan be eger wan dijayetî nekiriba. Lê ji ber vê yekê ye ku pêwîst e Serok Şer xelkê kom bike, rûnê û gotûbêjê bike. Ew dikare bibe efsaneyeke bêhempa ji bo Sûriyeyê eger bikare welat yek bike û aştî û xweşguzeraniyê pêk bîne.
Rûdaw: Tê bîra min di rûniştinê de, serokê komîteyê Mast, pirsek ji şahidan kir, ez jî li vir heman pirsê dikim: Tu çawa li Sûriyeyê piştî salekê dinêrî? An piştî du salan? Gelo bi baweriya te tenê du vebijêrk hene, yan Sûriyeyeke baş an Sûriyeyeke xirab? An di navberê de rêyek heye ku Sûriye û Amerîka û welatên din bikarin li ser kar bikin û ava bikin?
Marlin Stutzman: Belê, ez hêvîdar im ku rêya navîn bê hilbijartin.
Rûdaw: Gelo rêya navîn çareseriyeke guncaw û pratîkî ye, an tenê hêviyek e?
Marlin Stutzman: Ji wan axaftinên ku min bi xelkê re kirine, bi Kurdan re, bi wî xelkê ku min pê re axiviye ji Durzî û Elewî û Xirîstiyanan û li Şamê jî, hemû dibêjin em yekîtiyê dixwazin. Dibe ku niha Durzî bi wî awayî nexwazin, ew jî ji ber wan êrişên ku di meha Hezîranê de li ser wan hatin kirin, her wiha Kurd jî niha wisa dudil dibin.
Ji ber vê yekê ye ku erk dikeve ser milê Serok Şer da ku xelkê bi hev re kom bike û êrişan rawestîne. Divê ew ji bo alîkariyê berê xwe bidin Rojava. Ez dizanim ku em wekî Amerîka me îsbat kiriye ku em amade ne alîkariyê bikin, bi taybetî di şerê li dijî DAIŞê û beşdarbûna di hewlên dijî terorê de li wir.
Lê ji bilî wê, ez piştgiriyê didim hebûna baregeheke leşkerî li Sûriyeyê. Bi baweriya min, ew dê ji bo Sûriyeyê girîng be, her wiha girîng e ji bo navbera Tirkiye û Îsraîlê jî ku baregehek û hêzeke leşkerî li wir hebe. Bi baweriya min, Amerîka ew welat e ku dikare bi rastî peymanê li wir encam bide û paşê di parastina aştiyê de jî alîkar be. Lê hûn dizanin, divê Tirkiye destwerdanê di wê rewşê de neke. Divê Îsraîl sînorên xwe biparêze. Ez fêm dikim rewşa sînoran ji her du aliyan ve çawa ye lê Sûriyeyeke baş, bihêz û bi îstîqrar, dikare ji bo tevahiya herêmê baş be.
Rûdaw: Gelo tenê Tirkiye û Îsraîl in an welatên din jî hene ku destwerdanê di karûbarên Sûriyeyê de dikin, mebesta min bo nimûne welatên Kendavê?
Marlin Stutzman: Belê, mebesta min ew e, ji wan gotinên ku min bihîstine û ji min re hatine gotin, Qeter amade ye li Sûriyeyê hilberînê bike, ez piştrast im ku ew her tim di beramber wê de daxwaza tiştekî dikin. Siûdiyê jî heman tişt gotiye. Îsraîl, wekî hûn dizanin, amade ye li wir be. Ew berevaniyê li Durziyan dikin. Tiştekî ku em dizanin ew e ku Îsraîl dê her tim li wir be.
Pêwendiya Durziyan bi Îsraîlê re bihêz e û dîrokeke wê ya kevn heye, ji ber vê yekê ew her tim berevaniyê li hev dikin. Libnan dê bibe beşeke mezin ji vê yekê.
Lê têkşikandina Hizbulahê, têkşikandina DAIŞê, têkşikandina Hûsiyan û hemû wan komên terorîst heta ku em wan zêdetir têk bibin, derfeta me dê baştir be ji bo jinûveavakirinê li tevahiya herêmê.
Tenê bînin ber çavên xwe, ji Hindistanê heta Ewropayê bi Rojhilata Navîn re, Rêya Hevrîşimê ya kevn dikare bibe cihekî bêhempa ku xelk bixwazin tê de geştê bikin û serdanê wê bikin. Wekî ku min berê jî gotiye, Xirîstiyan hez dikin biçin Orşelîm û Şamê, paşê bê guman di nav beşên din ên Sûriyeyê de geştê bikin, ji ber wê dîroka ku Xirîstiyanan li wir heye.
Ew dîroka ku Sûriyeyê heye balkêş e, hêviya min ew e ku xelk yek bibin û piştgiriyê bidin gelê Sûriyeyê, çimkî wan di 50 salên borî de gelek êş û zehmetî kişandine.
Rûdaw: Di van bûyerên dawî de, min gelek gotin ji kêmîneyan bihîstine, bi taybetî Kurd. Dibêjin Amerîka xiyanetê li me dike û pişta xwe da me di demekê de ku me şan bi şanê wan li dijî DAIŞê şer kiriye. Paşê Balyoz Barrack got, erka HSDyê bi dawî hatiye yan dema wê derbas bûye, di demekê de ku hîn jî DAIŞ gefeke mezin e li wê herêmê û hewl dide xwe ji nû ve birêxistin bike, tevî wê yekê jî hîn hin endamên hizirtundrew di nav hikûmeta Sûriyeyê de hene. Peyama cenabê we wekî endamekî Kongreyê ji bo wan pêkhateyan çi ye? Ne tenê ji bo Kurdan, her wiha ji bo Xirîstiyanên Sûriyeyê, Xirîstiyanên Sûriyeyî yên li Amerîkayê dijîn, Kurdên Amerîkî yên li vir, Durzî û hemûyan? Gelo we ew bi cih hiştine?
Marlin Stutzman: Na, bi ti awayî. Ez aciz dibim dema guhê min li wê gotinê dibe û ez xemgîn im ku ew bi wî awayî hest dikin. Lê min bi xelkê li Sûriyeyê re axiviye û ez fêm dikim çima ew hest li cem wan çêbûye, piştî êrişên li ser Durziyan û paşê êrişên li ser Kurdan. Lê ez dikarim li şûna xwe biaxivim ku min dev ji kêmîneyan bernedaye. Ez li Washingtonê ji bo wê yekê şer dikim.
Ez dizanim ku Serok Trump dixwaze aştiyê li Sûriyeyê bibîne. Mebesta min ew e, ev perçeyekî girîng ê pazilê ye li Rojhilata Navîn da ku aştî pêk were. Hûn dizanin, zehmet e ku rewş di şevek û rojekê de were berevajîkirin lê bi baweriya min piştî saleke din, ez hêvîdar im ku em ti ji wan êrişan nebînin û dest bi jinûveavakirinê li binesaziyan were kirin.
Çi balafergeh be, çi saziyên çandiniyê, nexweşxane, avakirina wan civakên wekî Xabûr ên ku hatine wêrankirin. Bila sîstemeke darayî ya parastî û bi îstîqrar ji bo xelkê hebe da ku kel û pelan bikirin û bifroşin. Ev hêviya min e ku piştî salekê bibînim. Gelek kar maye heta ku em digihîjin wê qonaxê, ji ber vê yekê ez vedigerim ser piştgirîkirina vekirina balyozxaneyê li Sûriyeyê.
Bi baweriya min, pêdiviya me bi alîkariyeke zêdetir heye. Pêdiviya Balyoz Barrack bi wê alîkariyê heye ku dikare li Sûriyeyê herdemî be û dema ku me ewlehiya pêwîst ji bo wê yekê dabîn kir, ez hêvîdar im ku serok gav bavêje û balyozekî taybet tenê ji bo Sûriyeyê diyar bike.
Rûdaw: Te behsa leşkerên Amerîkî kir. Ez dê du pirsên dawî bikim lê ji bo vê yekê, gelek kes name û peyaman ji min re dişînin. Dipirsin Kongre dikare çi bike? Van civînan ti bandor li ser siyaseta Amerîkayê, siyaseta derve an birêvebiriya welat nîne. Tenê hejmareke kêm ji xelkê biryarê didin ka dê çi li herêmê biqewime. Tu dikarî zelal bikî ku Kongre bi awayekî realîst dikare çi bike da ku bandorê li siyaseta Amerîkayê ya li hemberî Sûriyeyê û Rojhilata Navîn bike û çima ev civîn girîng in?
Marlin Stutzman: Baş e, yekem tişt, bi rêya rakirina cezayan. Sedema ku ez piştgiriyê didim rakirina cezayan ew e ku dema ez di kolanên Sûriyeyê de digeriyam, min hejarî dît û malbat tenê hewl didan ku bijîn. Ji ber vê yekê, bi rakirina cezayan, rê tê dayîn ku veberhênan bikeve nav Sûriyeyê.
Lê endamên Kongreyê dikarin çi bikin? Em dikarin axaftinê bidomînin wekî niha. Ez dizanim ku gelek hevalên min di Kongreyê de hene ku dixwazin xelkê Sûriyeyê serkeftî be û bê guman hikûmeta li Şamê alîkar be ji bo yekkirina welat. Eger êriş hebin, em piştgiriyê didin Serok Trump û artêşa xwe ji bo bersivdana wan êrişên li ser kêmîneyan.
Bi taybetî eger êriş li ser civakeke kêmîne bê kirin, wê demê çi DAIŞ be, çi kesekî din li pişt êrişê be, divê wekî terorîst bê dîtin. Kuştina her mirovekî li Sûriyeyê cihê qebûlkirinê nîne. Ji ber vê yekê, em dikarin berdewam li ser wê yekê biaxivin. Bi baweriya min, çi qasî deng zêdetir bin, guhdarî zêdetir dibe û beşdarî zêdetir dibe, wê demê em dikarin alîkar bin di arastekirina vegotina bûyeran de bi wî awayî ku bi rastî li Sûriyeyê diqewimin û em dikarin alîkariya wan tiştan bikin ku pêwîst e bên kirin.
Rûdaw: Pirsa dawî, ez derbarê hebûna Amerîkayê li Sûriyeyê dipirsim. Te behsa DAIŞê û êrişên li ser kêmîneyan û cureyên berjewendiyên Amerîkayê li herêmê kir. Em dibihîzin ku birêvebiriya Amerîkayê amadekariyê dike ji bo vekişandina tevahî ya hêzên xwe ji Sûriyeyê û Rojava û bakurrojhilatê Sûriyeyê. Gelo Kongre piştgiriyê dide vekişandina tevahî yan bi baweriya we mayîna beşek ji hêzan li wê herêmê pêwîst e?
Marlin Stutzman: Na, bi baweriya min, divê em pêgeya xwe bihêztir bikin ne ku vekişin. Bi baweriya min, divê em hebûna xwe li wir biparêzin, çimkî ev qonaxeke demkî ye ku serkirdeyê kevn nemaye û serkirdeyekî nû tê. Hêzeke me ya mezin li Ewropayê heye. Mebesta min ew e, wekî berê pêdiviya me bi wê hêza zêde li Ewropayê nîne.
Bi baweriya min, niha divê em guherînê bikin û bibêjin, binêrin, li vir derfetek heye ji bo anîna aştiyê ji bo vê herêmê. Eger em baregeha leşkerî li şûna Rûsan wergirin, ew dê bibe sedema îstîqrara herêmê. Rûsya îstîqrarê çênake, Rûsya tenê dilîze û rewşê îstîsmar dike.
Li baregeha me ya leşkerî ya li Qeterê binêrin, ew alîkar e ji bo îstîqrara wê herêmê, bi taybetî di mijara Îranê de, bi Qeter û Siûdiyan re û her wiha Îmaratê re.
Ji ber vê yekê, bi hebûna wê baregeha leşkerî ji aliyê başûr ve, ew dê alîkar be di parastina Îsraîlê de. Devjêberdana wê baregeha leşkerî ya li Efxanistanê şaşiyeke mezin bû, çimkî wê hebûna me li wir li hemberî Çînê diparast.
Ji ber vê yekê, bi baweriya min hebûna baregeheke leşkerî li Sûriyeyê karekî jîrane ye ji bo anîna îstîqrarê û piştgirîkirinê. Wek nimûne ji bo piştgirîkirina Kurdan û her hewleke dijî terorê ku me li Rojhilata Navîn heye, her wiha tevgera Rûsyayê jî sînordar dike.
Ev hemû ew sedem in ku ez piştgiriyê didim serok eger ew biryar bide ku baregehekê li Sûriyeyê deyne û leşkeran li wir bihêle. Dibe ku ew hêz ji cihên cuda yên cîhanê bên anîn da ku alîkariya îstîqrara wê herêmê bikin, çimkî niha derfetek e û eger Şer bibe dîktator, dibe ku em vê derfetê ji bo bi dehan salan ji dest bidin.
Rûdaw