Nuri Aldur
Ev demeke dirêje ku dayika min li Swêd çû ser dilovanîya xwe, lê ew berî ji nav me koçbikê, wê gelek salên xwe bi derman û tedawîyan li nexweşxanan derbaskirin. Demên ku dost û heval dihatin civat û sohbetan, ji dayik dipirsîn ku ma gelo ew çawaye û wê gelek caran weha bersiv dida: "...walla lawo, ez weke marên nîvkûştîme...". Carek min ji dayik pirsî ku ma wateya vê gotinê çîye û wê got ku "...yanî ne sax û ne mirî anjî hem sax û mirî" ye. Bê goman em vê gotinê jî mîna gotineke pêşîyan dizanin û karin li hemî awayên jîyana xwe yî lîteratûrî de bi kar bînin.
Ez vê gotina bi wate karim bi rewşa politîka Sûrîre/Şamêre bişibênim û mûqayese bikim. Hûkûmeta li Şamê mîna marên nîvkûştîye(hê ne xwedî daîre û dezgehe, nîv xwedî ordîne, nîv xwedî enstîtû û organîsyonin û her yên mîna wan...). Balam hêdî hêdî dergeh ji van marên nîvkûştîre di vebin, evan marên nîvkûştî tên dawetkirin bo komcivînên/hevdîtinên enternasyonalî û belkî nêzîk ewan ne mîna marên nîvkû ştîbin, ewan belkî mîna piling û şêran bêne pesinandin anjî ewan(ne mîna marên nîvkûştî) mîna marên bi jehr/ziha bêne nasîn.
Berî bi çend rojan birêz Îlham Ahmed(seokeke ji îdare Rojava ye) tiştekî balkêş beyankir û ji bo hûkûmeta li Şamê weha got: "... kesayet hatine gûhertin, lê sîyaset hemane/aynîye...". Gelî xwendevanên malpera me yî vekirî/transparant/Rûpela nû - em tevde bihizirin ku eger evan maran ne di rewşeke nîvkûştîde bana, wî hingî çi bêjin û çi nebêjin. Vaye mêrikan(anjî evan mar û zihan) bi vî halê xwe yî zeîf/nîvkûştî hîç nermbûnekê hemberî rojavayîyan nakin; tam tersê wê, ewan rojavayîyan tehdîd dikin û karakter û felsefa xwe yî genî bi awakî qabadayî bo kurdan dibêjin. Helbet evan hemî sextekarî û barbarîyên wan, bo kurdan, ne tiştekî nûye! Kurd vêce dizanin, rojavayî dizanin û wan baş dinasin.
Lê dîse jî divêt rojavayî bêhtir li ber xwe bidin, li hemberî wan mar û zihayan car carna cesûrtir bibin û weha bo xwe bibêjin ku eger ewan marên nîvkûştîbin, rojavayî jî tûpişkên pêvedanêne.
Û bere rojavyî weha jî moral û cesaretê bidne xwe û wilo bibêjin ku: eger dost, piştgir, pispor û şêwirmendên wan mar û zihayan; kesên tirk û erebbin; yên rojavayîyan jî kesên mîna birêz Mesud Barzanî, Osman Baydemir û bi hezaran hemwelatîyên wan yên ji her çar parçeyên Kurdistanêne.