Mamosteyên li Kirmanşanê xwepêşandanek li dar xistin

Li bajarê Kirmaşan yê Rojhilata Kurdistanê, komek mamoste li dijî kêmbûn û gîrobûna mûçeyên xwe xwepêşandan kirin.

Li gorî agahiyan, îro danê sibê komek mamoste li bajarê Kirmaşanê li ber deriyê rêveberiya perwerdeya Kirmaşanê kom bûn û li dijî kêmbûn û gîrobûna mûçeyên xwe nerazîbûn nîşan dan.

Wan mamostayên nerazî daxwaz ji hikûmetê kirin, him mûçeyên wan zêde bike him jî mûçeyên wan di dema xwe de bide her wiha îmtiyazên wan jî bên zêdekirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin