Mamoste Prof. Dr. Kadrî Yildirim koça dawî kir  

.

Mamosteyê zanîngehê, nivîskar û siyasetmedarê Kurd Prof. Dr. Kadrî Yildirim ku çend roj berê xwîn çûbû ser mêjiyê wî li nexweşxaneya ku dihat tedawîkirin koça dawî kir.

Mamoste Kadrî Yildirim ku bi gelek xebatên xwe yên li ser ziman, çand û dîroka Kurd tê naskirin, 23yê Adarê xwîn çûbû ser mêjiyê wî û ew rakiribûn nexweşxaniyê.

Yildirim piştî çend rojên çavdêriya hûrî li nexweşxaneyeke Amedê, îro piştî nîvro koça dawî kir.

Yildirim beriya niha jî nexweşîya koronayê bi awayekî giran derbas kiribû û piştî baş bûbû vegeriyabû mala xwe.

Prof. Dr. Kadri Yildirim sala 1959an li navçeya Licê ya Diyarbekirê hatiye dinê. Kadrî Yildirim ku bixwe akademîsyenekî îlahîyatnas e, li Zanîngeha Dicleyê mamostetî kiriye û herwiha li Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê jî mamostetî û berpirsiya beşa zimanê Kurdî kiriye.

Yildirim sala 2015an ji lîsteya HDPê wekî parlamentarê bajarê Sêrtê hatibû hilbijartin. Heta niha zêdetirî 14 pirtûkên wî yên akademîk hatine çapkirin ku piraniya wan li ser çand, dîrok û edebîyata kurdî ne.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin