Mehmed Emîn Bozarslan di sala 1934 an li naveroka Lîce ya girêdayî bajarê Amedê ji dayika xwe bûye! Li bajarê Upsala roja 09.02.2026 an de di 90 saliya xwe de çûye ser heqiya xwe. Malbeta Bozaslan 11 ê rêşemî di qatjimara 13.00 an de heya 16 an li bajarê Uppsala li navnîşana Stabby prästgård (Staby backe 1) serxweşiyê (taziye) Mamoste Bozaslan dikin! Roj û saetên li pêş me de li kîderê binax dibe yê bête diyarkirin!..
Mamoste perwedeya xwe ya destpêkê heya xwendina xwe ya olî heya dawî xwendiye. Paşê li medreseyên olî yên kevneşopî de zanîna xwe zêde kirye. Di sala 1956 an de ezmûnên derva xwendinên qedand şûnda wek „Mûftî“ hatiye tayîn kirin! Di demên qurt de welatparêziya wî bala dagirkeran dikişîne ser xwe! Du caran ji kar hatiye avêtin!..
Di destpêka salên 1960 î de Mehmed Emîn Bozarslan bi awayekî vekirî ziman û welatparêziya xwe nîşan dida. Pirtûka wî ya bi navê "Şêx û Axatî“ ku di sala 1964'an de bi zimanê Tirkî ew hat weşandin. Di naveroka pirtûkê de rola şêx û serokeşîrên Kurd di çarçêveya ola îslamê de bi tundî, wî ewna rexne dikir. Di sala 1966'an de "Pirsgirêkên Rojhilatê" bi navê Kurdistanê bi lênerînek zanistî ya civakî li ser deverên Kurdistanê weşand. Wî di sala 1968 an de berhema xwe ya herî girîng bi çendek caran hatî çapkirin ya bi navê „ Alfabeya Kurdî“ bi tîpên Latînî ew hat çapkirin. Di roja weşandinê de Mamoste hate desteserkirin! Mehmed Emîn Bozarslan bi tewanbariya "propagandeya cûdabûnê „Kürtçülük propagandası" wî davêjin zindanê!..
Mehmed Emîn Bozarslan piştî ewqas têda û îşkence ew neçar ma ku di sala 1979 an da derkeve derveyî welêt û biçe dewleta Schwêden (İsweç) li bajarê Uppsala cîhwar bibe. Min mamoste di destpêka salên 1970 yî de bi pirtûka wî ya bi navê “Alifbeya Kurdî“ û wergera wî ya bi tîpên Latînî Mem û Zîn xwend û ew naskir. Wê demê min Turkolojî qedandî bû. Ez ji zimanê xwe yê zikmakî ji Kurdî bê agahdar bûm!..
Ez li pêş mamoste di sala 1973 an de derketî bûm dervayî welat. Li Elmanyê rêya min du caran bi rêya mamoste va li hev ket! Cara yekem li Bonnê di Konferensa Ehmedê Xanî de em li rex hevûdu di konferensê de beşdar bûn! Cara duwêm li Berlina Rojava konferensa li ser çanda Kurd dayî de dîsa li gel mamoste ez jê re bûyî bûm alîkar!.. Mamoste mirovekî jîr û çalak bû! Lê hin taybetmendiyên xwe jî hebûn. Carekê ez çûyî bûm bajarê Uppsala, bajarê mamoste jî lê dijiyayî! Ez mêvanê Heval Baskinê Hinisî bûm! Dema min behsa mamoste kir ku ez wî bibînim! Heval nexwest ku li gel min were, em biçin mala Mamoste Bozaslan! Min sebeba neçûnê wî pirsî! Wî kurtahi wûsa bersiva xwe dayê min û got:“Carekê ez çûyî bûm Newroza li Stokholmê bûyî! Dema bernemeya Newrozê dawî lê hat, ez derketim dervayî salonê! Min dît ku mamoste bi serê xwe tenê li ciyekî rawestiye! Min silav daye û jê ra got: Mamoste! Ma tirombila te heye? Got, nexêr, nîn e! Min got ez diçim Uppsala! Te xwest, tu dikanî bi min re were!.. Navneynê Stokholm û Uppsala jî qasi 100 km. bû. Em gelek rê çûn! Mamoste qet qise nadikir! Min xwest ku bêdengiya heyî hinek ji holê rakim!“
Min xwest ku li gor kêfê wî were, min jêra got:“Kekê Muftî! Rewşa te çava ye? Ew bêdeng ma û bersiva min neda! Min xwest ku gotina xwe dubere bikim! Mamoste Bozaslan yek car bi hêrs got: „ Bila muftî bavê te be! Tu min çiqas nas dikî ku ji min re „Kekê Muftî“ dibêje!“ Min nexwest axavtinê zêde bikim! Min tirombîl dasikinandin. Tarî bû! Şev berbi nîvê şevê diçû! Serê wî çiyayî min mamoste daxist jêr! Wê tariyê de û wê sermayê de ew çawa vegeriya Uppsala nizanim! Wê vir de jî min ew nedit!..“ got!.. Xemginiyek navbeyna mede çêbû! Her du jî îro rahmetî bûne! Du Kurdên ronakbîr li vê dinê bi hevûdu re wûsa bidin û bistînin, ma ewên li wê dinê yê bi hevdûre çi bikin?!.
Her mirovekî Kurd taynetmendiyek xwe cûda cûda heye. Taybetmendiya Mamoste Bozaslan ya herî berbiçav şev û roj ji bo çanda Kurd wî bê westîn kar kirine. Wi gencineyek çanda Kurd li paş xwe hîşt û çû! Bila ciyê xwe behişt be!..
1.Alfabê, Stembol, 64 rr. 1968. Meselokên lawiran. - Borås: Invandrarförlaget, 1981.
2.Meyro : çîrok. - Borås: Invandrarförl., 79
3. Mîr zoro, Borås: Invandrarförl., 80 , 1981.
4. Gurê bilûrvan, Borås : Invandrarförl., 1982.
5. Kêz Xatûn, Borås: Invandrarförl., 79 rr.,982.
6. Serketina miskan, Uppsala: Studieförl., 85 rr.,1984.
7. Pepûk, Uppsala: Kovara Deng, 70 rr., 1985.
8. Melayê meshûr, Uppsala: Kovara Deng, 85 rr.,1986.
9. Serefa ristem keya: pirtûka kurteçîrokan, Uppsala: Kovara Deng,
10. Kemal Paşa weledê kê ye? : meselokên sîyasî, Uppsala: Kovara Deng.
11. Gulî xatûn, Uppsala : Kovara Deng, 88 rr.,1997.
12. Çirokên gelî. 2: Kurê mîrê masîyan, Uppsala : Kovara Deng, 1998.
13. Ferhenga Kurdî I-IV, Weşanên Deng
Têbînî: Mamoste Mehmed Emîn Bozarslan qasî 50 berhem amade kirine û piraniya wana jî dayîn weşandine!.. Bila rihê xwe şad û ciyê wî bila behişt be!..
10.02.2026
Abuzer Bali HAN
(Kurdolog)