Mamostayên Rojhilata Kurdistanê dîsa ders baykot kirin

Li Rojhilata Kurdistanê û Îranê mamostayan dest bi girevê kirin û perwerde boykot kirin.

Îro danê sibê li gelek bajar û deverên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi sedan mamoste neçûn ser polên perwerdê.

Li gorî agahiyan, mamostayên ku perwerde baykot kirine, dane zanîn, ji ber ku hikûmeta Îranê daxwazên wan bicîh neanîne, dest bi girevê kirine û grêv dê sibê jî bidome.

Mamoste daxwaz dikin, mûçe û rewşa jiyana wan were başkirin, mekteb û medreseyên ku gelekî kevn bûne, bên nûjenkirin ji ber ku her sal gelek xwendekar di encama herifîna wan mekteban de dimirin û birîndar dibin.

Meha borî jî mamostayên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê perwerde û polên dersê ji ber heman sedeman baykot kiribûn.

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin