Malpera Enstîtuya Kurdî bi hemû zaravayan dest bi weşanê kir

Malpera Komeleya Lêkolînên Kurdî bi zaravayên kurdî yên kurmancî, soranî, kelhorî, hewramî kirmanckî, lekî û lorî dest bi weşanê kir.

Navenda Nûçeyan - Komeleya Lêkolînên Kurdî piştî ku Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ji hêla polîsên dewleta tirk ve hatibû girtin, hate damezirandin. Komele wek berdewama Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê xebatên xwe didomîne.

Li gel her heft zaravayên zimanê kurdî, her wiha malper bi îngilizî û tirkî jî dê weşanê bike.

Navnîşana malperê wiha ye: www.komeleyakurdi.org

 

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye