Malbatên li Ege xeniqîn, xelkê Duzxurmatû bûn

Du malbatên Duzxurmatû ya Başûrê Kurdistanê ku piştî bûyerên 16'ê Cotmehê aware bûbûn, dema xwestin derbasî Ewropayê bibin di nav ava Deryaya Egeyê de canê xwe ji dest dan. ji du malbatan, 7 zarok û du dayikan canê xwe ji dest dan.

Li Derya Egeyê karesateke nû ya panebaran rû da.

Belema 13 kesên ku xwestin bi rêya nefermî derbasî Yunanistanê bibin, binav bû.

Di encamê de, endamên du malbatên Iraqî, 7 zarok û 2 jinan canê xwe ji dest dan. Tenê 3 kes hatin rizgarkirin.

Belema du malbatên Kurdên başûrê Kurdistanê ji navçeya Duzxurmatû nêzîkî navçeya Kuşadasî ya Tirkiyê di nav derya Egeyê de, noqî avê bû.

Ji du malbatan tenê du bav û zarokek rizgar bûn. 7 zarok û 2 jin di nav ava deryayê de xeniqîn.

Termên kesên canê xwe jidest dane, bi ambulansê rakirin nexweşxaneya Kuşadasî ya Aydinê.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin