Malbateka kurd li Efrînê di topbarana artêşa Tirkîyê de hatin kuştin!

Di encama topbarana artêşa Tirkîyê û grûpên çekdar de, tevahîya endamên malbateka kurd li Efrînê canê xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan - Rêxistina çavdêrîkirina binpêkirina mafên mirov li Efrînê belav kir, şeva borî artêşa Tirkîyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve gundên Aqîbê û Soxanekê yên navçeya Şêrewa ya Efrînê mûşekbaran kirin.

Li gorî agahîyan, ji encama ketina topekê bi ser xanîyekî de, xanî hilweşîya û tevahîya endamên wê malbata kurd canê xwe ji dest dan.

Navên endamên wê malbata kurd ev in: Hesen Hec Izet, hevjîna wî Fatime û keça wan ya 12 salî bi navê Sirûşt.

Ew malbat ji gundê Birîmce yê navçeya Mabeta ya Efrînê ye û ji dema dagîrkirina Efrînê ji alîyê Tirkîyê û grûpên çekdar di 18 Adara 2018 de koçberî gundê Aqîbê yê navçeya Şêrewa bibû.

Artêşa Tirkîyê û grûpên çekdar hemû navçe û gundên Efrînê dagîr kirine, lê tenê 12 gundên navçeya Şêrewa ên li derdora herdu bajarokên şîenişîn yên Nubul û Zehra di destê YPGê de mane û her car jî ji alîyê artêşa Tirkîyê û grûpên çekdar ve tên topbarankirin.

Basnews K24

 

Siyaset Haberleri

Amerîkayê leşker, çek û dron şandin Rojavayê Kurdistanê
AMED - 'Nexweşiya Sêrojî' derbeke giran li ajeldaran dixe
Netanyahu ferman da: Xeze dê bi dijwarî were bombebarankirin
Baroya Amedê ji bo pêvajoyê komîsyonek ava kir
Donald Trump li ser êrişên Îsraîlê axivî