Malbata Îpek Erê giliyê parêzerên Mûsa O.yî kir

.

Parêzerên malbata Îpek Erê giliyê Mehmet Erkan Akkûş û Aliye Dogan, parêzerên malbata Îpek Erê kiriye.

Îpek Era ku Mûsa O. çawişê pispor li Bişêriyê, navçeya Êlihê tecawizî wê kiribû û bûbû sedema xwekuştina wê, di 18ê Tebaxa 2020an de can dabû.

Di 1ê Hezîranê de li 1em Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê danişîna 3yem a dadgehkirina Mûsa O.yî pêk hatibû. Di vê danişînê de Mehmet Erkan Akkûş û Aliye Dogan, parêzerên Mûsa O.yî Fûat Er, bavê Îpek Erê tohmet kiribûk ku keça xwe neparastiye.

Li gorî nûçeya Hamdûllah Kesenî ya li Ajansa Mezopotamya hatiye weşandin, parêzerên malbata Erî, giliyê parêzerên O.yî kiriye. Di gilînameyê de gotine ku “li dijî rêzikên pîşeyî tevgeriyane, “aşkere heqaret kirine” û “ji ber wezîfeya karmendê dewletê li ser hev heqaret lê kirine” û gilîname radestî Serdozgeriya Komarî ya Sêrtê, Yekîtiya Baroyan a Tirkiyeyê û Baroya Enqereyê kirine.

Parêzeran di gilînameyê de diyar kirine ku parêzerên Mûsa O.yî malbata Erî bi zanebûn dikin hedef.

Çi bûbû?

Li navçeya Qubînê ya Êlihê, Î. E.ya 18 salî ya di 16ê Tîrmeha 2020an de hewl dabû xwe bikuje. Î. E. yê paşê aşkere kiribû ku Mûsa O. çawişê pispor tecawiz li wê kiriye. Î. E. ya ku li nexweşxaneyê dihate dermankirin, îro can daye.

Î. E. piştî ku xwestibû xwe bikuje û ew li nexweşxaneyê dihate dermankirin, malbata wê nameya wê dîtibû. Î. E. yê di nameya xwe de gotibû ku çawişê pispor Mûsa O.yî tecawiz lê kiriye.

Malbata Î. E. yê giliyê çawişê pispor kiribû û Mûsa O. heman rojê hatibû desteserkirin. Çawişê pispor di îfadeya xwe de ew tohmet qebûl nekiribûn.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Rapora Tipa Edlî aşkere kiribû ku Mûsa O. yî tecawizî Î. E. yê kiriye. Di encama vê rewşê de Mûsa O. yî îdia kiribû ku dema ew û Î. E. li Sêrtê hatine ba hev ew serxweş bûye.

Biryara “nepenîtiyê” ji bo dosyaya lêpirsînê hatibû dayîn. Çawişê pispor bi tohmeta ku “istismara zayendî ya xurt” kiriye şandibûn ber destê heyeda Dadweriya Silh û Cezayan a Nobedar a Sêrtê lê li vir bi şertê kontrola edlî serbest bûbû. 

Malbata Î. E. yê ji bo alîkariya hiqûqî serî li Komeleya Mafên Mirovan a Êlihê dabûn.

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn