Malbata Demîrtaş di rêya zîndanê de qeza kir

Malbata hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş ku ji bo dîtina wî diçûn girtîgeha Edirneyê, di rê de qeza kirin.

Navenda Nûçeyan- Otomobîla malbata Demîrtaş li qezaya Çorlu ya ser bi parêzgeha Tekîrdag a Tirkîyê ve tûşî bûyera trafîkê bûye.

Li gor zanyarîyên destpêkê, di encama bûyerê de 5 kes birîndar bûne, ku 4 kes ji wan ji malbata Selahedîn Demîrtaş in.

 Her li gor van agahîyan, dayik û bavê Selahedîn Demirtaş, Sadîye Demîrtaş û Tahir Demîrtaş û hevjîna wî Başak Demîrtaş û xwîşkeka wî birîndar bûne.

Ajovenê otomobîlê yê bi navê Ozkan Yalgi jî di bûyerê de birîndar bûye.

Li gor agahîyan, her 5 kesên birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Çorluyê hatine veguhastin û piştî wergirtina çareserîyên destpêkê, rewşa dayik û bavê Demîrtaş baş e.

Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) jî derbarê bûyerê de daxuyanîyek nivîskî weşand.

Navenda Ragihandinê ya HDPê di daxuyanîya xwe de amaje bi wê yekê kirîye, ku malbatê ji bo serdan û hevdîtina bi Selahedîn Demîrtaş re ber bi Edirenyê ve ketibûne rê ku di rê de otomobîla malbata Demîrtaş rastî bûyereke trafîkê hatîye.

HDPê jî dîyar kirîye, ku birîndar bo nexweşxaneyê hatine rakirin û destnîşan kirîye, ku rewşa hemûyan baş e.

HDPê herwiha daye xuyakirin, ku herdu hevserokên wê partîyê Pervîn Buldan û Sezai Temellî ji bo serdankirin û ji nêzîk ve şopandina rewşa birîndarên malbata Demîrtaş ber bi Edirneyê ve birêketine.

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da