Îro (2 Tabaxê)li “Mala Ezdaî Kalkarê” merasîmek girîng ya yadkirinê ya ji bo jenosîda li dijî Ezdiyên Şingalê hat lidarxistin.
Di merasîmê de gelek siyasetmedar, nivîskar, nûnerên dezgehên siyasî, her wiha şaredarê bajarê Kalkar û rojnamevan beşdar bûn.
Bernameya çalakiyê wekî ku berê hatibû plan kirin dest pê kir.
Vekirina muzîkê ji aliyê Bedil Brahim ve hat kirin û moderatorê bernameyê jî Khanda Daudi, Cîgirê Sekreterê Giştî yê Civaka Kurd a Almanyayê kir.
Di destpêkê de Pîr Brahîm Şaro, Serokê Mala Ezdaî Kalkarê, bi gotineke pêşwaziyê mêvanan xêrhatin kir. Paşê Cahit Başar, Sekreterê Giştî yê Civaka Kurd a Almanyayê jî axaftinek pêşwaziyê pêşkêş kir.
Di çarçoveya bernameyê de gelek kesayetên siyasî axaftin kirin, di nav wan de:
-Christoph Gerwers, Rêvebirê Navçeya Kleve
-Alexandra Schacky, Şaredara Bajarê Kalkar
-Wibke Brems, Endama Parlamentoya Eyaletê û Seroka Koma Parlamentoyê ya Partiya Kesk
-Dr. Günther Bergmann, Endamê Parlamentoya Eyaletê û endamê komîteya rêveber a CDU NRW
-Peter Blumenrath, Endamê Parlamentoya Eyaletê (CDU NRW) û berdevkê siyaseta entegrasyonê
Rojnamevan Tobias Huch jî li ser jenosîda sala 2014an axaftinek girîng kir.
Koordînasyona civîn û çalakiyê ji aliyê Mehmet Tanrıverdi, Cîgirê Serokê Civaka Kurd, ve hat kirin.
Di merasîmê de gelek nivîskar û siyasetmedarên din jî beşdar bûn, di nav wan de:
Serhed Xefûrî (Serokê şaxê şeşemîn yê PDK/ Başûr), Niviskar Fetah Timar, NIviskar Şefik Öncü, Niviskar Murad Dağdelen, Niviskar Dr. Fikret Yıldız, Siraç Kirici (Endamê Meclisa PWK), Ferhat Boskan (Endamê Meclisa PWK û berpirsê Komita Holandayê), û Cemil Erol (Endamên Komîteya Holandayê),û Nivîskar Leylan Mele Abdullah.
Di dawiyê de, bi pêşkêşkirina kurte fîlmên ku dîmenên jenosîda sala 2014an, bi taybetî êşa jinan û zarokan nîşan didan, atmosfera civînê pir xembar bû û bandorek kûr li ser beşdaran hişt.
Netew û Rupela Nû – Almanya…