Mahmut Alinak bi penceşêrê ket

.

Parlamenterê berê yê Partiya Kedê ya Gel (HEP) û nivîskarê Kurd Mahmut Alinak bi nexweşiya pençeşêrê ket.

Kurê Mahmut Alinak parêzer Abdî Bişar Alinak nûçeya nexweşiya bavê xwe li ser Twitterê ragihand.

Parêzer Abdî Bişar Alinak li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha got "Bavê min ê delal. Ez gavek berê pê hisiyam ku bedena te ya ku serî natewîne bi penceşêrê ketiye. Min got ez nenivîsînim lê tiştê ku yekem hat hişê min, eger dîsa bixwazin te bigrin, ji parastina ku hûn nikarin bavê min ê pneceşerê bigrin e. Paşê min got gelek ji me tevî ku nexweş in girtî ne, min şerm kir. Em dê vê jî derbas bikin."

Mahmut Alinak kî ye?

Mahmut Alinak di sala 1952'an de li navçeya Dîxor a Qersê ji dayik bû, xwendina xwe ya seretayî li Dîxorê û lîse jî li Qersê qedand, piştre derbasî Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê bû û ji vê zanîngehê mezûn bû.

Alinak di hilbijartinên giştî yên sala 1987'an de wek berbijêrê Qersê yê Partiya Gelparêz a Sosyal Demokrat (SHP) mafê ketina Parlamentoya Tirkiyeyê bi dest xist. Di hilbijartinên giştî yên pêşwext de 4 sal şûnde wek berbijêrê Şirnexê yê Partiya Kedê ya Gel (HEP) û tifaqa SHP’ê de bi ser ket. Paşê jî bû Serokê Partiya Civaka Demokratîk (DTP) yê bajarê Qersê.

Alinak ê ku di sala 1994'an de dema parêzbendiya wî hat rakirin û tevî Orhan Dogan, Hatîp Dîcle, Ahmet Turk, Sirri Sakik û Leyla Zana hatin girtin, di girtîgehê de 2 pirtûk nivîsandin. Pirtûka bi navê Agirê Şîro ya ku di sala 1997'an de nivîsandibû ji aliyê Dadgeha Ewlekariya Dewletê ve hatibû qedexekirin, lê tevî qedexeyê jî rastî eleqeyeke mezin hat.

Siyaset Haberleri

Fethullah Huseynî: Divê mafê kurd wek neteweya duyem di destûra Sûriyeyê de bê çespandin
Bêrîvan Mihemed: Em ji bo diyalogê re vekirî ne, lê Şam xwe paş ve dikişîne
Çarenivîsa Durziyan li ser maseyê ye: Netanyahu ji bo Siwêdayê behsa korîdoreke kir
Fermandarekî Heşdî Şebiyê: Şer ber bi Îraqê ve tê
Fîdan: Li Sûriyeyê partiyên Kurd ên dostên me jî hene û wan alîkarî xwest