Macronî ji Putînî daxwaza parastina Kurdan kir

Serokê Fransayê di peywendiyeke telefonî de ji hevtayê xwe yê Rûsî re got: "Li Sûriyê şerê DAIŞê bi dawî nebûye û divê Kurd jî li Sûriyê bên parastin."

Koşka Elysee di beyannameyekê de ragihandiye ku Serokê Fransayê Emmanuel Macron di peywendiyeke telefonî de ligel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin rewşa Sûriyê û şerê dijî terorê li navçeyê gotûbêj kirine.

 

Macron di peywendiya telefonî de ji Serokê Rûsyayê re gotiye ku DAIŞ li Sûriyê bi dawî nebûye û şerê dijî DAIŞê ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî ve berdewam e.

 

Herwiha Serokê Fransayê ragihandiye ku divê îtiraf bi mafên xelkê navçeyê bê kirin û garantî hebe ji wêya Hevpeymaniya Navdewletî bi taybetî jî Kurd bên parastin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin